25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraq çawa xwe ji hilbijartinan re amade dike

Amedekariyên hilbijartinên pêşwext ku dê di roja yekşemê 10’ê cotmehê de pêk were di nava keftelefteke mezin de tên kirin. Ji aliyekî ve nerazîbûn û bêhêvîtiya iraqiyên ku daxwaza guhertinê dikin heye, ji aliyekî din ve kelecan û rikbiriya aliyên siyasî heye.

Beriya hilbijartinan bi rojekê dê propoganda were rawestandin, her wiha di roja hilbijartinê de dê deriyên sînoran û tevgera çûn û hatinê ya di nava bajaran de jî were rawestandin. Di roja hilbjartinê de tevgera balafirên bê mirov û motosiklêtan jî qedexe ye.

Ev hilbijartin dê li gorî qanûneke nû ya hilbijartinan pêk were û li gorî daneyên fermî yên saziya bilind a hilbijartinan mafê 25 milyon hilbijêr heye ku tev li van hilbijartina bibin.

Saziya bilind a hilbijartinan bang li 25 milyon hilbijêr kir ku tev li hilbijartinên pêşwext bibe. Hêjayî gotinê ye ku hilbijartin bi tevlîbûna 3200 berbijêran pêk tê û dê pêşbirka li ser 329  kursiyên parlamentoyê bikin. Rêjeya ku ji bo jinan hatiye veqetandin ji sedî 25 e.

Niha li gorî atmosfera giştî gelek metirsî û bêbaweriya xelkê Iraqê heye û hêviyên wan ên ji bo guhertinên gelekî kêm in.

Wekî tê zanîn gelê Iraqê di sala 2019’an de bi daxwaza guhertinê û di encama nerazîbûnên li dijî desthilatdariyê daketibûn kolanan û xwepêşandanên mezin lidarxistibûn. Di encama nerazîbûnan de hikûmeta Adil Abdulmehdî hatiye hilweşandin û biryara hilbijartinên pêşwext hatibû girtin.