19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraq dê tabloya dîrokî ya hatibû dizîn paşve bîne

Rêxistina UNESCO’yê diyar kir ku Iraq dê tabloya ku hatibû dizîn û temenê wê 3 hezar 500 sal e vegerîne welatê xwe. Rêxistina UNESCO’yê anî ziman ku tabloya bi tîpên mîxî hatiye nivisandin û beşeke ji destana Gilgamêş e, di sala 1991’ê de ji mûzeyeke Iraqê hatibû dizîn û derbasî DYA’yê kiribûn.

Ew tablo yek ji hunerên herî kevn ên cîhanê ye û ew behsa çîroka qiralekî Mezopotamyayê dike ku dixwest jiyaneke ebedî bijî. Li gorî rayedarên DYA’yê ew berhema hunerî di dema şerê Iraq û welatên Kendavê de, di sala 1991’ê ji mûzeyekê hatiye dizîn. Di sala 2003’an de bi riya bazirganekî amerîkî ji Londonê derbasî DYA’yê kiriye.

Bazirgan ew tablo di sala 2007’an bi 50 hezar dolarî firotiye bazirganekî din. Di sala 2014’an de ew berhema dîrokî bi 1.67 milyon dolarî hatiye firotin. Rayedarên DYA’yê di sala 2019’an de dest danîn ser vê behemê û dadgehê biryar da ku wê vegerînin Iraqê û teslîmî mûzeya jê hatiye dizîn bê kirin.

Gerînendeya giştî ya UNESCO’yê Audrey Azoulay dê li Washingtonê tev li merasîma teslîmkirina vê berhemê bibe. Azoulay da xuyakirin ku vegerandina vê berhema bêhempa wekî serkeftineke mezin e û dê gelê Iraqê bibe xwediyê vê rûpela girîng a dîroka xwe ya kevnar.