19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro azmûna cidiyeta heyeta Îranê ye

Li gorî daxuyaniyên dîplomatên ku tev li civîna Viyanayê bûne dê di van civînan de cidiyeta nêzîkatiyên heyeta Îranê xuya bikin. Di nava 48 seatên pêşiya me de dê niyeta Îranê û nêzîkatiyên wê yên ji bo peymana nukleerî, aşkera bibin.

Civîna Viyanayê di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Dîplomatên ewropî yên Almanya, Îngilistan û Fransayê bal kişandin ser peymana sala 2015’an ya bi Îranê re û fikarên xwe di vê çarçoveyê de wiha anîn ziman: “Heke heyta Îranê bi rengekî cidî li gorî wê peymanê tevnegere û pêve girêdayî nemîne dê pirsgirêkên mezin derkevin holê.”

Ji aliyekî din ve rayedarên Îranê di her firsendê de tînin ziman ku armanca wan a sereke ji vegera li diyalogên ji bo bernameya wê ya nukleerî, rakirina ambargoyên li dijî Îranê ne.

Lewre di van rojên pêşiya me de dê encamên berbiçav ên vê diyaloga bi Îranê re derkevin holê, yan dê bigihîjin peymanekê yan jî dê hevdîtin werin rawestandin û dîsa gef dest pê bikin.