25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro lûtkeya NATO’yê dest pê dike

Îro bi tevlêbûna lîderên 30 welatan li biryageha NATO’yê li Brukselê civînek pêk tê.

Tê gotin dê mijara serke ya vê civînê dê tedbîrên li hemberî Çînê ya ku gav bi gav ber bi wê yekê de diçe ku bibe hêzeke super ya cîhanê. Lewre jî dê li ser hin reformên pêwîste ên di nava NATO’yê de were rawestandin.

Her wiha wiha tê dîtin ku dê têkliya di navbera NATO û DYA’yê de jî bi serokatiya Joe Biden vegre rewşeke asayî, piştî ku di dema serokê berê Donald Trunp de têkliyeke bi arîşe û gengeşî derbas bûbû.

Her wiha dê di vê lûtkeyê de di hevdîtinn du alî di navbera lîderên welatên NATO’yê de gelek nakokî û pisgirêk werin nîqaşkirin. Serokê Fransayê  Emmanuel Macron di sala 2019!an de nerazîbûna li ser siyasetê Donald Trump yên li Sûriyeyê anîbû ziman.  Macron li ser vekişandina leşkeran ji Sûriyeyê bi vî rengî û rêdan artêşa tirk ku deverên din bixe bin kontrola xwe wekî ‘ Mirina mejiyê NATO’yê binav kiribû.

Her wiha li ser gelek mijaran nakokî di navbera Tirkiye û welatên NATO’yê de hene bi taybetî li ser destwerdana Sûriye û Lîbayayê, nakokiyên wan bi Yewnanistan re û lêgerîna li xaza xwezayî ya li rojavayê Behsa Spî û bi taybetî jî kirîna fûzeyên S 400 yê Rûsyayê û gelek mijarên din.

Wekî hemû lûtekeyan her çendî ku dê çend dîmenên dev liken ên lîderan li kêleka hev werin servîskirin ji bo medyayê, lê di hundirên vê civînê de dê gelek nîqaşên germ û bi nakok jî derkevin holê.