25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkenceya dît vegot 35 roj ceza kirin

Li girtîgeha Tîpa T ya Şakran a Îzmîrê, binpêkirina mafan zêde dibe. Gardiyan bi ser koxuşan de digirin. Girtiyên jin dikin odeyên bê lambe. Mînaka herî şênber jî girtî Garîbe Gezer e. Dema girtî Garîbe Gezer ji girtîgeha Bunyan a Kayseriyê biribûn girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê tundî lê hatibû kirin. Garîbe demek dirêj bi îşkenceya gardiyanan re rû bi rû ma. Dayika Garibeyê Halîme Gezer anî ziman ku cezayê muebeta giran girtiye. Halîme Gezer der barê rewşa keça xwe de ji Ajansa JINNEWS’ê re axivi. Halîme Gezerê anî ziman ku Garîbe di 3’yê Adara 2016’an de hatiye girtin û ji Girtîgeha Mîdyade şandine Girtîgeha Kutahyayê. Halîme Gezer da zanîn ku heta niha keça  wê şandine girtîgehên Mêrdîn, Mîdyad, Şakranê, Tarsûs û Bunyanê û wiha got: “Herî dawî sirgunê Kandirayê hat kirin. 6 sal in girtiye sirgunê 8 girtîghan hat kirin. Cezayê muebeta giran lê birîn û ji 22 dozên cemawerî ceza lê birîn. Niha 180 hezar lira jî cezayê pere danê. Dosya wê du sal in li dadgeriyê ye û hîna encamek tune. Nayê zanîn dosya çûne kîjan daîreyê. Herî dawî çûbû daîreya cezaya 16’emîn. Em li benda dîroka rûniştina dozê ne. Li Girtîgeha Bunyan, Kayseriyê zext lê hat kirin û mafê wê hat binpêkirin. Garîbe sirgunê Kandirayê kirin. Ji ber cezayên dîsîplînê 22 rojan di hucrê de ma. Ji hucreyê hat derxistin, birin hucra yek kesî. Xwest biçe cem hevalên xwe, daxwaznameyên wê nehatin erêkirin. 7-8 gardiyanan li wê xistin û bi erdê re kaş kirin. Cilên wê parçe kirin. Ew avêtin odeya süngeri. Gardiyanên mêr dîsa li wê xistin.”

Halîmeyê destnîşan kir ku nameyên keça wê negihiştine wê û wiha axivî: “Psîkologê girtîgehê çûye cem wê axiviye û gef xwarine. 24 saetan bi kamerayê tê temaşekirin û neçar dimîne li ber kamerayan biçe tuwaletê. Dema Garîbeyê dibin odeya sungerê serê wê li dîwar dikeve û xwîn dibe. Li şûna revîrê dibin qada cihê hevdîtinê. Li wir jî bi helweta doktor re tê rû hev. Daxwaznameyeke ‘ji mirina xwe ez berpirsim’ pê didin îmzekirin.”

35 rojan cezayê hucreyê lê birîn

Halîmeyê herî dawî diyar kir ku Garîbe li odeya sungerê bi tacîza gardiyanan re rûbirû maye û psîkololiya wê nebaşe û wiha got: “Em yekşemê bi telefonê pê re axivîn. Her tim bi ser odeyên wan de tên girtin. Saet di 12.00’ê şevê de jimartinê li wan ferz dikin. Pirtûkên wê nadinê. Dema dibin nexweşxanê jî dermankirina bi kelepçe ferz dikin. Garîbeyê bi hevkariya parêzer û nameyê tiştên hatine jiyîn vegot. Lê li vê lêpirsîn vekirin. 35 rojan cezayê hucreyê lê birîn. Parêzerên ÎHD’a Stenbolê hefteya borî çûn cem Garîbeyê û der barê midurê girtîgeh, doktor û gardiyanan de serlêdana sûc kirin. Ev du sale keça xwe nabînin. Yekane daxwaza min ev e ku keça min bînin nêzî me an jî bidin cem hevalê wê.”