23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîl û Îmarata erebî peymanekê îmze dikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump da xuyakirin ku di demeke nêz de dê li Amerîkayê peymanek di navbera Îsraîl û Îmarata erebî de were îmzekirin. Peyman dê ji alî serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû û Şêx Mihemed Bin Zayid Bin Niheyan ve were îmzekirin.

Her wiha Trump pesnê vê peymanê da û wiha got: “Ev peymaneke dîrokî ye û ez ji her du aliyan re ji bo wêrekiya wan spas dikim.” Bi bihîstina vê nûçeya peymanê re gelek welatên helwesta xwe ji vê peymanê re aşkera kirin. Behrênê jî kêfxweşiya xwe ji peymanê re anî ziman û got ku ew dê bibe sedema rawestandina Îsraîlê ya bi xwe ve girêdana erdên Filistînê. Her wiha da xuyakirin ku ew dê bibe wekî firsendekê ji bo aştiyê. Îngilîstanê jî kêfxweşiya ya ji peymanê anî ziman û serokwezîrê wê Boris Johnson got; “Ev peymaneke baş e û dê rê li ber aştiya di navbera Îsraîl û Filistînê de vedike.”

Li aliyê din, ev peyman ji alî hin welatên din ve hate rexnekirin û wekî teslîmiyeta ji Îsraîlê re hate nirxandin. Ev yek bi taybetî ji alî hin aliyên filistînî ve wiha tê şîrovekirin.

Wekî tê zanîn bi salan e li ser mijara têkilîdanîna welatên ereb bi Îsraîlê re, her ew yek di nav ereban de wekî teslîmiyeta ji Îsraîlê re dihate nirxandin lewre jî tu welatên erebî nedixwestin ku bi rengekî aşkera têkiliyên xwe bi Îsraîlê re deynin. Hemû têkiliyên welatên ereban ên bi Îsraîlê re bi rengekî veşartî dihatin kirin.

Her wiha ev yek ji bo hin welatên din jî wiha bû. Wekî mînak di nav welatên Rojhilata Navîn ên herî zêde têkliya wan bi Îsraîlê re heye dewleta tirk e lê ew jî vê yekê zêde aşkera nake. Tevî ku bi dehan peyman di navbera van her du welatan de hene û bazirganiya di navbera wan de di asta herî bilind de ye, her tişt bi bêdengî û dizî tê kirin. Dema ev yek dibe mijara gotinê jî rayedarên dewleta tirk xwe wekî parêzvanên gelê Filistînê nîşan didin.

Bi her halî, her çendî ev peyman dê di nav civaka erebî de rastî nerazîbûnan were lê di heman demê de ew dibe pêvajoyeke nû û dibe ku rê li ber têkilîdanîna ereban bi Îsraîlê re veke.