18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê balyozxaneya xwe li Ebû Debî vedike

Wezîrê Karên Derve yê Israîlê Yair Lapid serdana Îmaratên Erebî dike da ku balyozxaneya welatê xwe li Ebû Debî veke. Ev yek wekî kêlîkeke dîrokî tê binavkirin di têkliyên di navbera Israîl û Welatên Ereban de .Wekî tê zanîn Yair Lapid wezîrê yekemîn ê Israîlê ye ku serdana welatekî Kendava Erebî dike.

Ev serdan piştî peymana sererastkirina têkiliyên di navbera Iraîl û Welatên Ereb de ya yekemîne ku ji alî rayedarekî payebilind ê Israîlê pêk tê. Ev serdan ne tenê ji aliyê sembolîk ve xwedî girîngiyê lê girîngiya wê di vê yekê de ye ku ev dan û standina yekemîn a fermî ye di navbera herdu welatan de piştî şerê dawî yê di navbera Hemas û Israîlê de.

Di wî şerê dawî yê ku di meha gulana borî de di navbera Israîl û Filistînê de qewimî û 11 rojan berdewam kiribû, nêzî 256 filistînî û 13 îsraîlî hatibûn kuştin.

Wekî tê zanîn Îmaratên Erebî welatê yekemîn bû ku peymana sererastkirina têkiliyan bi Israîlê re imze kir. Piştî wê çend welatên din ên Erebî ew peyman bi Israîlê re imze kirin.