23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê dîsa êrîşî Şamê kir

Piştî derdora mehekê ji rawestandina êrîşên li dijî Sûriyeyê, Israîlê duh bi şev dîsa êrîşeke ezmanî li dijî komên çekdar ên girêdayî Îranê kir.

Li gorî agahiyên saziya  Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê duh bi şev Israîlê êrîşî hin deveran li Şamê û Humsê kiriye. Li gorî agahiyên heman çavkaniyê de di van êrîşan de 10 kes hatine kuştin ku 7 ji wan ne hemwelatiyên sûriyeyî ne. Her wiha hin çalakvanên mafê mirovan dan xuyakirin ku dengê teqînan li Şamê li derdora balafigehê hatine bihîstin. Dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe ji ber rewşa hin birîndaran jî girane.

Der barê mijarê de ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyeyê SANA jî dabû xuyakirin ku hêzên wan ên parastina ezmanî bersiv dane êrîşên Israîlê ên ji aliyê ezmanê Libnanê ve hatin kirin. Lê der barê encamên vê êrîşê û windahiyan de tu agahî nedaye.

Êrîşên ku vê carê pêk hatin li deverên cuda bûn, li derdora balafirgeha Şamê, li Humsê û li herêma Dumêr pêk hatin. Li Humsê 10 kes hatine kuştin û li Dumêr jî depoyeke çekan hatiye teqandin. Bi giştî di êrîşên wiha de Israîlê çekdarên Hizbulahê û komên çekdar ên girêdayî Îranê ji xwe re dike hedef.