20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê dîsa êrîşî Xezayê kir

Hate ragihandin ku gelek deverên rêxistina Hemasê yên çek û cebilxaneyan ji alî balafirên Israîlê ve hatin hedefgirtin. Bi vê êrîşê re agirbesta ku di navbera Hemas û Israîlê de hatibû îlankirin cara diduyane ku tê binpêkirin.

Beriya çend rojan Israîlê çend êrîş li dijî Xezayê pêk anîbûn û gotibû ku ew wekî bersivdanê jî ji avêtina Balonên Şewatê re ye ku ji alî filistniyan ve ji Xezayê tê avêtin. Li gorî medyaya Israîlê gelek zeviyên niştecihên israîlî di encama avêtina wan balonên şewatê de şewitîne.

Ji aliyekî din ve rayedarên Misrê ku bi navbênkariya wan ew agirbest hatibû îlankirin di nava hewldanan de ne ku ev êrîş werin rawestandin û nebe sedem ku şerekî nû di navbera Israîl û Hemasê de dest pê bike.

Israîlê bi riya istixbarata Misrê nameyek ji Hemasê re şandiye û tê de gotiye ku ew avêtina balonên şewatê ranewestînin dê artêşa Israîlê şerekî dijwar dîsa bide destpêkirin.