25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê firotina postên heywanan qedexe kir

Li her welatên cîhanê ji bo ku ji postê heywanan kincan çêbikin heywanan qetil dikin. Bi salan e li hemberî vê qetilkirinê sazî, komele û dezgeyên civakî bertekên xwe tînin ziman. Cara yekemîn dewleta Israîl li welatê xwe bikaranîna kincên ji postên heywanan hatine çêkirin qedexe kir.

Li gor qedexeyan nû ya qanûnê dê tenê bi armanca lêkolîn, perwerde û olî destûra firotina postê heywanan bê dayîn.

Israîlê ragihand ku wan firotina postên heywanan qedexe kiriye. PETA’ya ku li hemû cîhanê parastina mafên heywanan dike ji bo biryara Israîlê got ku: “Ev ji bo me serkeftineke. Bi vê qedexeyê dê bi hezaran rovî, kîvroşk, vîzon û heywanên din ji qetilkirina hovane xilas bibin û bikaribin azad bijîn.”

Li ser qanûna nû wezîrê Parastina Xwezayê ya Israîlê Gila Gamliel wiha axivî: “Tişteke exlaqî nîne ku mirov ji bo endustriya modayê bi hezaran heywanan bi hovane qetil bike. Israîl dê bi vê qanûnê zêdetir bikaribe xwezayê biparêze.”