24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israra şer têkçûna aboriyê ye

Tirkiyeyê di 23’ê nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê operasyona dersînor dabû destpêkirin û operasyonê hê jî didome. Roja ku operasyon dest pêkirin serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Şahap Kavcioglû der barê 128 milyar dolarê wenda de got ku “Ew SÎHA û ÎHA belaş nafirin. Ew leşker belaş naçin wê derê”. Ev ne cara pêşîn e ku li maliyeta giran a şerê li dijî Kurdistan û lêçûnên leşkerî ya li ser aboriya Tirkiyeyê mikur tên. Serokkomarê tirk di sibata 2019’an de gotibû “Tu dizanî berdêla fîşekekê çi qas e? Dema helîkopterên me diçin Gabar û Cûdiyê te hesap kiriye ku vebêrhênanên ji bo vê derê çiqas e?”

Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) lêçûnên leşkerî yên Tirkiyeyê di navbera salên 2010 û 2019’an de ji sedî 86 zêde bûye û bûye 20.4 milyar dolar. Li gorî heman saziyê Tirkiye 15’emîn dewleta ku herî zêde di warê leşkerî de lêçûnan dike ye. Li gor rapora dawî a SIPRI’ê xerckirinên leşkerî yên Tirkiyeyê ji sala 2015’an de her diçe zêdetir dibe. Di navbera sal in 2011-2020 de lêçûnên leşkerî yên dewleta tirk ji sedî 77 zêde bûye.

Bayraktar TB2 ÎHA’yê 47 milyon dolar hat dayîn

Tiştên ku barê şer giran dike wesayîtên hewayî yên bêmirov in ku li Kurdistanê tên bikaranîn. Maliyeta van weseyîtan a rastîn ji bo Tirkiyeyê nayê zanîn.

Li gorî çapemeniya nêzî hikûmetê ji bo her SÎHA’yek 4 milyon dolar e û ev SÎHA ji şîrketa Baykar Makîne tê stendin. Selçûk Bayraktar ê ku zavê Erdogan e, li ser vê şîrketê ye, di mijdara 2020’an de ji bo 12 ‘Bayraktar TB2 ÎHA’yê 47 milyon dolar hat dayîn.

AKP dibe ev ÎHA û SÎHA malên Tirkiyeyê ne û maliyeta wan 5 kat hindiktir e. Lê ev rast nîne. Baykar Makîne divê ji ber hilberandina van amûrên SÎHA’yan hewceye ku bacê bide dewletê, lê nade. Di sala 2016’an de derketibû holê ku ji bo 6 ÎHA’yan 36 milyon dolar dane Baykar Makînayê.

Di deqeyan de bi milyona dolar xerc dikin

Balafirgehên şer ên F-16 di deqîqeyekê de 600 lître benzînê dişewitîne. Saeta wê dike 25 hezar dolar. Maliyeta her muhîmateke wê jî dike 65 hezar dolar.

Balafirgehên F-4 di şer ên bomberdûmankirinê de tên bikaranîn ji bo saeta wê 30 hezar dolar tê xerckirin. Bombeya wan a tîpa MK-82 jî bi 26 hezar dolaran e.

ÎHA-SÎHA’yên wesayîtên bêmirov dema ji bo keşfê difirin 6 hezar dolaran benzînê dişewitînin. Dema maliyeta navenda rêveberina wan jî dikeve ser maliyeta wan bi qasî ya F-16’an e. Her fuzeyeke SÎHA’yê ya MAM-L jî bi 40 hezar dolarî ye. Helîkopterên Kobra fira wan a saetekê bi qasî 6 hezar dolaran e.

Êrişa li Kurdistanê aboriya Tirkiye têk dibe

Êrîşên hewayî yên keşf û tevgera leşkerî li ser Avaşîn, Zap û Metînayê  ev du hefteyên didom in. Ji bo hesapkirina vê maliyetê mirov dikare li êrîşa çar saetan a di kanûna 2007’an de binihêre. Di kanûna 2007’an de jî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû kirin. Wê demê hikumeta AKP’ê bi xwe diyar kiribû ku bi 52 F-16 û F-4 û topan bi qasî 4 saetan êrîş kiribûn û maliyeta wan bi qasî 20 milyon dolar e.

Ev fatûraya giran a êrîşî kete ser milê aboriya Tirkiyeyê. Fatûreya şer û leçûnên leşkerî ji budçeyên perwerdehî, tendirustî, ragihandin û enerjiyê tê birîn. Rêjeya ‘lêçûnên parastinê’ yên Tirkiyeyê li gor welatên NATO’yê zêdetir in.

Ji sedî 20-30 deynên Tirkiyeyê yên derva ji ber lêçûnên parastinê ne. Pispor diyar dikin ku zêdebûna  lêçûnên leşkerî yên ji sedî 1 ji sedî 0.1 aboriya Tirkiyeyê biçûk dike. Yanî her ku hikûmeta AKP û MHP’ê êrişê Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin û fuzeyan diavêjin çiyayên Kurdistanê, aboriya Tirkiyeyê biçûktir dikin.