20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Istixbarata Îranê xwarziya Alî Xameneyî girt

Istixbarata Îranê çalakvana siyasî Ferîde Muradxanî xiste bin çavan. Ferîde Muradxanî xuşka siyasetmedarê muxalif Mehmûd Muradxanî ye ku niha li Fransayê dijî. Li gorî daxuyaniya Muradxanî roja pêncşemê xuşka wî di riya malê de hatiye binçavkirin û îro haya malbatê jê çêbûye ku istixbarata Îranê ew binçav kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa Hirana, Ferîde Muradxanî keça xuşka Alî Xameneyî ye.  Roja Înê Muradxanî li malbata xwe geriyaye û gotiye ku istixbaratê ew veguhestiye girtîgeha Evînê.

Bavê Ferîde Muradxanî, Alî Muradxanî  jî yek ji muxalifên bi nav û deng e û gelek caran hatiye girtin. Li gorî agahiyên wê demê yên fermî di sala 1984’an de çend mehan di zindana Meşhedê de maye û di sala 1995’an de dadgehê 20 sal ceza lê birî û di sala 2000’an de wî bi xwe dawî li jiyana xwe anî û di girtîgehê de xwe xeniqand.  Lê malbata wî wê demê jî gotibû ku ew nûçe derew e û Alî Muradxanî di encama işkenceyê de hatiye kuştin ne ku wî xwe kuştiye.