20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îstixbarata Rûsyayê li Almanyayê zêde bûye

Serokê Daîreya Federal a Parastina Destûra Bingehîn (BFV) Thomas Haldenwang ragihand ku  îstixbarata Rûsyayê ya li Almanyayê zêde bûye û asta vê zêdebûnê herî dawî di dema Şerê Sar de hatiye dîtin.

Haldenwang ji rojnameya Welt am Sonntagê re axivî û diyar kir ku karên Rûsyayê yên li nava Almanyayê gelekî zêde bûne û got: “Asta heyî ji bilî dema Şerê Sar, tu carî bi vî rengî nebû.”

Haldenwang destnîşan kir ku Rûsya di zelalkirina meseleyên de yên li qada siyasî yên li Almanyayê xwedî gelek berjewendiyên tevlîhev e û ev tişt anî ziman: “Rê û rêbazên ku bi kar tîne jî carna gelekî hişk û bêrehm e.” Haldenwang di vê çarçoveyê de kuştina welatiyê gurcî yê li Berlînê bi bîr xist ku ji aliyê Rûsyayê ve dihat sûcdarkirin.

Serokê Servîsa Îstîxbarata Derve ya Almanyayê BND Brûno Kahl jî bal kişand ser Rûsya û Çînê û û wiha axivî: “Li serweriya welatên din bifikirin ku dixwazin îradeya xwe li me ferz bikin. Di vê mijarê de pîvan hatine guhertin, nêzîkatiyeke hîn bêhtir bêrehm nîşan didin û berjewendiyên xwe jî li gorî dema derbasbûyî hîn bêperwa dimeşînin. Aktorên hin dewletan di dema şewbê de dîplomasiya derziyê yan jî firotina maskeyan meşandin.”