Pêncşem, December 2, 2021

Jens Stoltenberg : Çînê guh nade nirxên me

Civîna Bilind a Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) bi tevlibûna 30 welatên endam li Bruksela paytexta Belçîkayê dest pê kir. Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, beriya civînê pirsên rojnamegeran bersivand.

Jens Stoltenberg diyar kir ku ew di mutefîkiyê de di kêliyeke girîng de ne û ev tişt anî ziman: “Bi konsepta stratejiya 2030’an di têkiliyên transatlantîk de em beşeke nû vedikin. Ev 4 salên dawî dîsa nîşanî me dan ku pewîstiya me bi organîzasyonên wek NATO’yê heye. Hevkariya me ji têkiliyên takesî wêdetir e.”

Piştgiriya bo hêzên afgan didome

Li ser têkiliyên NATO û Rûsyayê Stoltenberg got ku di navbera me û Rûsyayê de şerê sar gihiştiye asta herî kêm û wiha got: “Ev kêmbûn êrîşên sîberî, tiştên li Ûkrayna û Gurcistanê pêk tên motîfeyeke ku berdewam dike nîşan didin. Têkiliya me li ser mijarên avhewa û kontrolkirina çekan bi Rûsyayê re hene.”

Stoltenberg li ser têkiliyên bi Çînê re ev tişt got: “Çîn guh nade nirxên me. Çîn ji bo mezinbûna xwe ya leşkerî û teknolojiye razemeniyeke cidî bi kar tîne. Ji ber ku Çîn zextan li kêmneteweyan dike û azadiyê asteng dike ji bo ewlehiya me dibe rîskeke mezin.”

Hêzên NATO’yê di demeke nêz de ji Afganîstanê vekişiyan. Stoltenberg derbarê vê mijarê de got ku: “Em ê ji derve de piştgiriya hêzên afgan bidomînin. Amerîka û Tirkiye ji bo piştgirî û ewlekariya balefirgeha navneteweyî hevdîtinên xwe yên bi hikûmeta Afganistanê re didomînin.”