Rojnameya Heftane

Jeo-Polîtîkaya nû û bandora wê -2-

Hiwa Khoshnaw

Êrîşa li ser Rojava, ku ji 10’ê îlona sala 2019’an heta îro berdewam e, di siyaseta navneteweyî de guhertinên nû derxistin holê. Bûyerên sala borî diyar dikin ku Amerîka li Rojhilata Navîn kontrola xwe winda kiriye. Siyaseta Trump ev e ku ewlehiya Îsraîlê garantî bike û pêşî li berfirehbûna Îranê ya li herêmê bigire. Ji ber vê yekê heke lazim be, ew dikare gav paşde bavêje û bi rêya Tirkiyeyê ew dixwaze vê tifaq û valahiyê tijî bike. Biryara Trump a îlona 2019’an ku leşkerên wan vegeriyan Iraqê û dûvre jî tenê çavkaniya neftê dagir kirin, tenê ji bo wê ye ku nehêle Rojava bigihîje rêkeftinek bi Sûriyeyê re.

Bi êrîşa Tirkiyê re, pirsgirêka kurd zêdetir bû cîhanî, di heman demê de piştevaniya raya giştî ya cîhanî bi dest xwe xistiye. Xala dawî di siyaseta navneteweyî de tiştek nû û girîng e. Me dît ku piştî Trump lempeya kesk pêşiya Tirkiyeyê hel kir ku êrîşê Rojava bike, bi gelemperî karvedana dewletên netewe ewqas ne xurt bûn. Lê paradîgma û modela siyasî ya Rojava bandor li gelên rojavayî kiribû û cara yekem e ku gel li dijî zextên dewletên neteweyî, biryar û planên wan hilweşînin.

Ez bi guman im ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê ji bo kurdên Rojava projeyek wê hebe. Tiştên ku derdikevin holê ew li ser pêkanîna hevsengî/denge di navbera kurd û Tirkiyeyê de kar dikin. Bi vî rengî dixwazin kartên kurd û tirkan li hember hev bi kar bînin.

Piştî hilweşîna rejîma Seddam a sala 2003’an, Tirkiyeyê bi berdewamî gefan li kurdên Iraqê dixwarin. Di sala 2008’an de, Amerîka neçar bû ku rêyek bibîne ku Tirkiye jî hêrs nebe û parastina desthilata piçûk û qels a kurdan jî bike. Di dawiya sala 2000’an de, Barzaniyê biçûk ji Tirkiyeyê re got: “Tank û topan neşînin, lê kamyonan bişînin.’’ Wek tê zanîn, piştî Rusyayê, başûrê Kurdistanê saheyeke herî mezin a bazirganiya Tirkiyeyê ye û para Tirkiyeyê ji bazara neftê gelekî zêde ye. Niha gelek şêwirmendên siyasî yên Koşka Spî dibêjin, em dikarin heman siyasetê li ser Rojava bidin meşandin, ew jî bazirganî yan jî bi başûrkirina Rojava ye!!

Lê, Jim Hanson serokê koma lêkolînên ewlehiyê ye û di Hêzên Taybet ên Artêşa Dewletên Yekbûyî de xebitiye. Ew di lêkolîna xwe ya herî dawî de dibêje ku “Dibe xweserî û parastina ji bo kurdan dê bibe stratejiyeke nû ji bo Amerîkayê li Rojhilata Navîn’’.

Pêşeroja Kurdistanê (Başûr)

Min di beşa yekemîn de behs kir ku herêma otonom a kurd a bakurê iraqê (Başûr) projeyek welatên rojavayî bû (bi taybetî hewla serokwezîrê Fransa F. Mitterrand) ji bo hin armancên wan li dijî dewletên netewe yên Rojhilata Navîn. Amerîkî nahêlin ku ev herêm mezin bibe (li encamên referandûmê yên 2017’an binihêrin) û her wiha rê nadin ku ew têk biçe an jî êrîşên giran li ser bên kirin. Di vê navberê de, ji bo piştrastkirina Tirkiyeyê ku devera kurdî bandorê li ewlehiya Tirkiyeyê û kurdên Tirkiyeyê neke, li gorî wan pêwîst bû ku Enqere herî zêde sûd ji bazirganiya petrolê bibîne. Ji aliyekî din ve divê ev herêm ji Tirkiyeyê re vekirî be ku karibe êrîşî gerîlayên HPG û PKK’ê bike. Xuyaye ku elîta siyasî ya Başûr jî ji vê rewşê razî ye. Çawa li Sûriyeyê hêzên hegemon bi taybetî Amerîka, dibe asteng li hember rêkeftina di navbera Rojava û hikûmeta Sûriyê de, li Iraqê jî ev yek didomînin, lê elîta başûr jî bi hêsanî dikeve nav leyîstokên wan û ew jî Iraqeke demokrat naxwezin û hêşmendiya wan a ‘neteweperestî’ têrî vê yekê nake. Jixwe ji sala 2003’an û pêve zemîneke demokrasiya rasteqîn li Bexdayê derket holê. Wê demê kurd dikaribûn bibin motora demokrasiya Rojhilata Navîn. Gendelî, armancên wan ên aborî ya talankar û têkiliya wan a bazirganî bi AKP’ê re, ew ber bi qumara referandomê ve birin.

Rojhilatê Kurdistanê û Îran

Her çend Amerîka/Îsraîl bandor li Iranê dikin û ji ber vê yekê jî pêdivî bi Rûsan heye ku li hev bikin, lê ji bo kurdên Îranê hîn jî projeyek wan nîn e. Di salên dawî de, aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê, pê hesiyane ku ji bo kurdên vê herêmê tu planên rojavayî tune ne. Kurd danûstandina xwe ji hikûmeta Tahranê re tînin ziman. Li gorî ragihandinê, di navbeyna her du aliyan de, çend civîn encam dan. Divê kurdên Rojhilat ji ezmûnan ders wergirin, xwe bihêz bikin û hêviya xwe tenê li ser xistina rijêma Tahranê girênedin. (didome…)