20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jeo-Polîtîkaya nû û bandora wê -3-

Hiwa Khoshnaw

Tirkiye (bakurê Kurdistan):

Ji ber rola Tirkiyeyê ya di NATO’yê de, kurdên vî welatî her dem bûne qurbana leyîstokên civaka navdewletî. Di sedsala çûyî de, siyaseta navdewletî nexwest rewşa dijwar a kurdên Bakur bibîne û her car alîkarî da siyaseta faşîst a Tirkiyeyê.

Di salên dawiyê de çend faktor bûn asteng ku dewleta tirk nikare qirkirineke din a wekî ermenan li ser kurdan bike: Kurdên Bakur li gorî parçeyên din ên Kurdistanê bi dîsîplîn, xwedî hişmendiyek cuda ya polîtîk, îdeolojîk û rêxistkirî ne. Piştî hilweşîna sosyalîzma real, rola Tirkiyeyê her gav wekî berê girîng nîn e. Ji ber tirsa welatên rojavayî ji Tirkên Genç û Osmaniyên nû yên ku xewnek nû (Misak-î Millî) û vegera Osmaniyan ji bo Rojhilata Navîn dibînin, rê nedan ku kurd bi temamî bên qirkirin.

Di sala 2016’an de Trump nêrîna xwe li ser têkiliyên Tirkiye û kurdan anî ziman û got “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikare zextê bide her du aliyan ji bo ku ew danûstandinan bikin.’’ Em dibînin ku jeo-stratejiya Tirkiyeyê ji bo DYA û Rusyayê girîng e. DYA nikare Enqereyê bixe nav destên hêzên din, lê divê Enqerê wek berê kontrol bike. Li gorî tecrûbeyên berê, welatên xwedî hêz xwestin Tirkiyeyê kontrol bikin û li qurbaniyek geriyane. Loma mirov dipirse gelo qurbaniya/ê vê carê kî ye? Dibe ku PKK be? Ji aliyekî ve, welatên rojavayî naxwazin kurd bi tevahî bên qetilkirin, lê li aliyê din jî çavên xwe ji kiriyarên Tirkiyeyê yên li hemberî PKK’ê digirin û alîkarî didinê. Êrîşa hewayî ya rojane li bakurê Îraqê yên di bin kontrola Amerîkayê de, qetilkirina sê endamên PKK’ê ya li Parîsê, mirina Omer Guney a bi guman di zindana Fransayê de mînaka vê ne. Ji bo veşartina hevkariya di navbera hêzên îsbixbaratî yên Ewropa û Tirkiyayê de, rastiya van hîpotezên jorîn nîşan dide.

Sûriye (rojavayê Kurdistanê): Hemû guhertinên siyasî û bûyerên ku li Rojava hatine destnîşankirin, nîşan didin ku nakokiyên Rûsya û Amerîkayê dê berdewam bikin. Wek destwerdana Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê, li ser hin xalan bi hev re dixebitin. Bi kuştina Qasim Silêmanî û êrîşên hewayî yên Îsraîlê, hinek desthiladariya Îranê hat astengkirin. Niha jî bi êrîşên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser Idlibê, Tirkiye tê derxistin. Li ser vê bingehê dê destûr bê dayîn ku rojavayê Kurdistanê bimîne. Lê bi afirandina nakokiyên di navbera PKK’ê û Rojava de, ew hewl didin ku bandora PKK’ê li ser Rojava kêm bikin.

Rola PDK û PKK’ê

Wek ku me li jor behs kir, siyaseta navneteweyî piştrast kir ku di navbera kurd û netewe-dewletên Rojhilata Navîn de divê hevsengiyek hebe ku ew hem wan bi kar bînin û hem jî kontrol bikin. Di heman demê de, li gorî wan di navbera partî û hêzên kurd de pêwîst e hevsengiyek nû hebe, ew jî PDK û PKK ne. Her du hêz temsîla du xetên cuda dikin. Ji 1996’an ve nakokiyên wan hene. Ger metirsiyek li ser herduyan hebe, ew ê biaxifin û alîkariya hevdu bikin. Lê bi gelemperî ew di nav nakokiyan de dijîn (di destpêka salên 1980’yan de di navbera PDK, YNK û partiyên din ên kurd de şerê navxweyî hebû. PKK’ê dixwest amadekariya tevgerek leşkerî bike û hewcedariya wê bi alîkariya aliyên din hebû. Her du alî nêzî 4 salan li herêma Lolanê bi hev re xebitîn. Piştî tekoşîna çekdarî ya li dijî dewleta tirk û danûstandinên PDK û YNK’ê, PDK’ê endamên PKK’ê ji herêmê derxistin). Hewldana heyî ya PKK’ê ji bo komkirina partiyên kurd li ser maseyê, stratejiyek kevin a salên 1980’yan e. Piştî mirina Talabanî, tenê wateyek vê yekitiyê heye, ew jî lihevkirina PKK û PDK’ê ye. Partiyên din jî di navbera PKK’ê û PDK’ê de mane.

Piştî êrîşa dewleta tirk a di 9’ê cotmeha sala 2019’an a li hemberî Rojava, PDK’ê dît ku êrîşênTirkiyeyê ne tenê li Rojava dê bikevin nav başûr jî. Ji ber vê yekê PDK ji AKP’ê zivirî. Xwepêşandanên mezin ên li hemberî Erdogan û Trump hatine kirin û piştre reaksiyona kesên li çar aliyê cîhanê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Serêkaniyê rawestand. Loma carek din bi serdana Mesrûr Barzanî têkiliyên berê hatin berdewamkirin. PKK û PDK di warên siyaset, stratejî, çand û exlaq de li dijî hev in, lê PDK baş dizane heke ne ji PKK’ê be dê rola wê ji bo Tirkiyeyê bi dawî bibe.

Yekitiya kurdan ne tenê xwedî pîvan a herêmî, di heman demê de rehend û pîvanên navneteweyî jî hene. Divê kurd jî hesabê vê yekê bikin. Kongreya neteweyî bi felsefeya netewe-dewletê norm digire lê modelek bi vî rengî ji hêla Ocalan ve bi dawî bûye û ev mijar ji aliyê wî ve hatiye girtin. Gelek aliyan berê xwe dan sloganên pan-nasyonalîst ku welatên Ereban jî bi vî rengî bûn, lê civîna Yekitiya Ereban (YE) ji hêla gelê ereb ve bûye pêkenok û ew piştî her civînekê dibêjin ‘Ereban biryar da ku nebin yek.’

Pêşeroja PKK’ê

Hêza cîhanî ya li devera Sûriyeyê hewl dide ku nakokî û cudahiyek di navbera Rojava û PKK’ê de çêbike. Bêguman ev daxwaza wan e. Li Rojava, bi alîkariya PDK’ê hewl tê dayîn ku rêxistinên mîna ENKS’ê bibin xwedan statuyek bi mentalîteya (Kurdistana Iraqê) Başûra duyemîn, bê avakirin. Bi vegera Amerîkayê re, Tirkiye hewil dide û hêvî dike ku PKK’ê bi rêka projeya Projeya Başûrê Rojhilatî (GAP) li parêzgeha Mêrdînê bi sînor bike û bi vî awayî li wê herêma Botanê marjînal bike.