25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jêza dîrokî ya mafên heywanan

Kadîr Can

Bivê nevê exlaqî an jî zagonî mafên heywanan bi tu awayî nayê hesibandin. Di dîrokê de her çiqas li ser mafên heywanan nêrînên cûrbicûr derketibin holê jî nîqaş niha jî didomin. Mirovahî li gorî ol, çand, berjewendî û hwd. têkiliyê xwe bi heywanan re datîne.

Hin fêrkirinên Pytagorasî bi kûrahî bandor li ser nêzikatiya me ya li hemberî heywanan kiriye. Pytagoras wiha bawer dikir ku rih nemir e, piştî mirinê koçî laşekî din dike. Li vir rih li derdora xeleka pêwistiyê   digere û dem bi dem koçî laşên din dike û bawer dike heta ku mirov biexlaq nebe li wê derê hêsîr  dimîne. Li gorî baweriya Pytagorasî bûyerên ku li paşerojê qewimîne wek çerxek ku bêdawî dizivire dubare bên jiyîn. Ji ber vê yekê jî li gorî wî tu tişt ne nû ye. Ji van a girîngtir wiha difikire ku divê mirov hemû cûreyên zindiyan wek xizmên xwe bibîne. Ji ber wan baweriyên xwe jiyanek vejetaryen tercîh dike û kesên goştxwir şermezar dike. Vejetaryeniya Pytagorasî di hin berhemên xwendevanên wî de wek dîeta Pytgorasî derbas dibe. Heta sedsala 19’êmîn jî vejetaryenî û dîeta Pytagorasî di heman wateyê de hatine bikaranîn. Ji bilî van rasterast mafên heywanan parastiye û zirardayîna heywanan nepejirandiye. Bi awayekî henekî em bibêjin li gorî Pytagorasî wexta ku yek kerê xwe bikute dibe ku bibe  bikeve rewşa wek ku rehmetiyê bavê xwe bikute.

Ewil Aristoteles piştre jî kesên Stoîk (kesên ku ji dibistana Stoayê ne)  helbet bi awayekî xwezayî fikrên xwe yên dûrî Pytagoras anîne ziman. Li gorî Arîstoteles cihan li gorî rêza meqaman  hatiye sazkirin. Bi xwezayî di nav heyînên madî de jî mirov di zincîra pîramîda heyînê de wek cureyek biaqil di asta herî jor de cihê xwe girtiye. Heta sedsala 19’emîn jî gelek feylesof û zanist wek Arîstoteles fikirîne. Aristoteles dehayek pir mezin e. Lê Aristoteles jî mirovahî jî tim wisa kirine. Nêzî 2000 sal ji bo tiştên zanîstî rast bê hesibandin lê nêrîne ka Arîstoteles heman tiştê gotiye yan negotiye. Encax piştî 2000 salan mirovahî fehm dike ku gelek nêrînên Arîstoteles wek pergala ptolemy û zincîra pîramîda heyîne û hwd. şaş derketiye. Belê di dîroka gerstêrka me de carnan tiştên wiha diqewime lê xwezî ne 2000 sal bûna. Nêrînên Stoîk û Arîstoteles di serdema navîn de jî tên parastin. St. Augustine (354–430) yek ji wan e û bi awayekî êrîşkar nêrînên Stoîk diparêze.  Ji ber vê yekê jî nezikbûyîna li hemberî heywanan bi awayekî neyînî di teologiya xiristîyanî de bi cih bûye. Piştre di hiqûqa romîyan de jî bi heman awayî cih digire. Wek her tiştê mafên heywanan jî di destê zagonên mêrên biçûk de li cîhanê belav dibe. Di sedala 3 û 4’an de Hermogenianus dibêje ku tevahiya hiquqê ji bo mêran hatiye sazkirin, di sala 1966’an Fitzgerald lê zêde dike û dibêje: “Zagon ji bo mêran hatiye çêkirin û destûr nade ku di nav wan û heywanan de hevaltî pêş bikeve.” Gelek mînakên bi vî rengî di dirokê de cihê xwe girtine û di nav hiqûqa kole û heywanan de gelek nêzbûyîn derxistine holê. Piştre bi pêşketina şaristaniyan hêdî hêdî hin şert û mercên heywanan ên zagonî hatine başkirin.

Tevgera modern a mafên heywanan

Wisa tê gotin ku reforma tevgera mafên heywanan cara yekemîn e ku ji hêla feylesofan ve hatiye destpêkirin. Peter Singer û Tom Regan diniminîn ku zagonên exlaqî ên heywanan hene. Pirtûka Singerê ya Animal Liberation (1975) ji bo mafên heywanan wek pirtûka bingeh tê hesibandin. Singer di vê pirtûkê de destnîşan dike û hewce ye mirov qasî mafên xwe girîngiyê bide mafên heywanan. Singer sûdperest e. Li gorî Singerê di çalakiyên mirovahiyê de kêf çiqas zêde, êş çiqas kêm be li gorî vê pîvanê ewqas exlaqî tevdigere. Jere…… jî li ser heman xalê hûr dibe.

“Dikarin bifikirin? An jî dikarin bipeyivîn? Li vir a divê pirsên esas ne ev bin. Pirsên esas ev e ku heywan diêşin?”

Singer êşa heywanan derdixe ber çavan û dibêje êşên heywanan di bin berpisyariya mirovahiyê de ye û vî tiştî jî wek berpirsiyariyeke exlaqî dinirxîne. Li gorî Reganî jî bi qasî mirovan mafên heywanan jî hene û ‘heywan kirdeyên jiyanê ne.’

Tevgerên mafên heywanan bingeha xwe ya modern piranî ji van feylesofan digirin. Her çiqas di serî de gelek dîndar, zanist, feylesof li hemberî nêrînên wiha derketibin jî di sedsala 21’emîn de gelek zanist, akademîsyen, feylesof tev li xebatên mafên parastina heywanan bûne. Ji hêla hiqûqê ve jî mafên heywanan zêdetir cih digirin. Dozên bi nav û deng vedibin wek ku heywanan doz li mirovan vekirine. Li DYA’yê û 4 aliyên dinyayê saziyên wek The Animal Welfare Institute (AWI) hatine vekirin ku tenê ji bo binpêkirina mafên heywanan dixebitin.

Animal Liberation Front an jî Eniya Rizgariya Heywanan

Li gorî hin raporên FBI’ê Animal Liberation Front (ALF) di sala 1970’y’i de li Britanyayê hatiye damezirandin. Li hemberî kedşêlandin û îstîsmarkirina heywanan çalak in. Bi awayekî sist rêxistin dibin û zêde tûj in. Mirov encax bi çalakiyên xwe dikarin tevlî vê rêxistinê bibin. Di hedefa ALF’ê de şîrketên mezin, petshop, fabrîka û hwd. hene. Di nav çalakiyên wan de ji revandina heywanan bigirin heta sabotajê çalakiyên cûrbicûr hene.  Di salên dawî de bi taybetî jî li DYA’yê rêxistina herî aktîf ALF ye.

ALF mînaka herî baş a berxwedanên bêserok e. Endamên wî raste rast çalakbûyînê diparezin. Heywanan ji laboratuvaran bigirin heta çewligên kurka rizgardikin. ALF nêzî 35 welatan bi awayekî çalak aktîf in.

Hin armancên ALF’ê

Çalakiya zirardayina aborî: Li hemberî îstîsmarkirina heywanan

Çalakiya revandinê: Ji bo rizgarkirina heywanan

Çalakiya teşhîrkirinê: Teşhîrkirina zilma li ser heywanan tê kirin

Çalakiyên sabotajê: Zirardayina cihên ku zirarê didin heywanan