20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji aktîvîst û rêxistinên jinan kampanyayeke global

Di pêşengiya Navenda Ragihandinê ya Jinên Kurd (REPAK) bi tevlibûna 73 rêxisitnên jinan û 181 jinên aktîvist, li dijî qirkirina jinan kampanyayek da destpêkirin.

REPAK’ê di di daxuyaniya xwe der barî kampanyayê de ragihandin ku qirkirinên jinan ji dîroka 5 hezar salan heta roja me ya îroyîn jî polîtîk in û wiha got: “Ji wê demê ve weke encama hevkariya di navbera dewlet û artêşan de, hukûmdariya li ser ax, jin û gelan dewam kiriye.”

Rêxistinên jinan di berdewama daxuyaniyê de diyar kirin ku armanca hemû qirkirin û êrîşên hişmendiya desthilatdariya mêran, bêîradekirina jinan e. REPAK’ê ev tişt got: “Di roja me a îro de zordestî, milîtarîzm, êriş û tevgerên dagirkeriyê, cîhan xistine bin kontrola xwe. Her kesê ku li hemberî wan serî radike, dibe hedefa êrişan.”

Êrişî jinan bi hêz dikin

REPAK’ê ragihand ku dewlet-netew, hêzên paramîlîter û derdorên navneteweyî di berdêla berjewendiyên xwe ên aborî de bi awayekî bê sînor êrîşî jinan dikin û wiha pêde çû: “Dema em li profîla jinên ku dibin qurbanê êrişan tamaşe dikin, em dibînin ku ew jin di mijara têkoşîna li dijî mêtingeriyê xwedî hêzên mezin ên rêxistîniyê bûn. Çalakvan, rewşenbîr, parêzer, rojnamevan, hunermend, siyasetvan û şoreşger ji bo mafê jin û gelan parastinê di hemû qadên jiyanê dikin. Ev derdor ji ber ku bi vê rola pêşeng radibin, tên hedefgirtin.”

Rêxistinên jinan destnîşan kirin ku li dijî hişmendiya mêrperest dê jin tev xwedî li hevûdu derkevin û wiha axivîn: “Me jinan biryar da ku em ê tevna parastina jiyana azad birêsin û qirkirinên siyasî yên li hemberî jinan rawestînin. Bi taybet jî di berdêla mirovahî û azadiyê de, em ê êrişên li dijî jinên pêşeng û têkoşer rawestînin.”

Girîngiya kampanyayê

REPAK’ê di dawiya axaftina xwe de bal kişandin ser girîngiya kampanyayê û wiha gotin: “Kampanya me xwe dispêre hêza bawerî, hevgirtin û hevkariya di navbera hemû rêxistinên jinan de. Li hemberî her cûreyên neheqiyê, em edaleta jinên li cîhanê ava bikin. Ji bo serketina vê doza me erk û berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ji bo jiyan, edalet û têkoşîna bidestxistina azadiyê. Ji bo jiyanê em tevna parastinê birêsin û qirkirina jinê ya siyasî rawestînin!