Rojnameya Heftane

Ji ‘axa bav û kalan’ ber bi ‘axa hemû kurdistaniyan’

Rolên mêran ên di pêvajoyên şer û pevçûnên navxweyî û derveyî de malûm in. Hewceyî ji nû ve kifşkirinê nake. Her roj bi her awayî em bi encamên wan re rûbirû dimînin.

Li hêla din tê dizanîn di şer û pevçûnan de ji xeynî aliyên wan ên dîrokî, çandî, aborî û hwd. aliyê zayendî (gender) jî ji bo têgihiştinê roleke pêwîst dilîze. Çi bûyer be ferq nake, bêyî fêmkirina aliyê zayendî bê şîrovekirin ew bûyer kêm dimîne û nikare alikariyeke mayînde ji bo çareseriya pirsgirêkan bike. Her wiha dîsa rastiya ku dibêje şer û pevçûn herî zêde bandorê li jin û zarokan dikin, êdî ji hêla hemû dost û dijminan ve tê zanîn. Hewceyî bi dûrçûyînê nake, em her roj li Kurdistanê bi mînakên ku vê tespîtê piştrast dikin re rûbirû dimînin. Ez bawer im, dîlgirtina jinên êzidî dê ne tenê di bîra me kurdan a dîrokî de, her wiha dê di ya mirovahiyê de jî wek wêneyekî sereke yê vê mijarê xwe her tim biparêze: Di sedsala 21’emîn de bi hezaran jinên kurd li bazaran hatin firotin.

Ger me 30-40 sal berê ev tişt bijiya, me yê wek jinên kurd bangewazî li mêrên kurd bikira û bigota “kurdno, mêrno, bav û birano! Bila xîreta we qebûl neke, rabin ser pêyan û jin û keçên xwe xelas bikin!” Lê şikir ne em li çil sal berê bûn, ne jî jinên kurd jinên çil sal berê bûn. Rabûn wek şêrejinan xwe xemilandin, xwe bera ser ruhên dijminan dan. Hemû cîhan kirin şahidê rûkenî û dilêriya xwe. Ev jî hewceyî dubareyê nake.

Jinên kurd wek yek ji endamên vê axê (ez ê peyva ‘xwediyê axê’ bi kar neynim. Lewre em wek mirov ne xwediyê axê ne; ger xwediyek hebe ew jî ‘ax û xweza’ ye) hemû serpêhatiyên vê axê û vî welatî pê re dijîn. Çi êş be, çi şahî be, çi şer be, çi aştî be, her tim pê re jiyane, hîn dikin û dê her tim jî bikin. Li serê çiyê, li bejahiyê, li nav mal û kolanan têdikoşin, dimirin, tên kuştin, birîndar dibin. Dîsa jî xwedî deng û ziman in, li ser piyan e û xwedî çareseriyê ne. Laçika spî ya ku herkes ji xwe re maneyekê jê derdixe, ne tenê sembola aştiyê ye, di heman demê de rola jinan a dîrokî nîşanî me dide. Lê ev rol êdî ne tenê navbeynkarî ye. Jin jî xwedî aliyekî ne û ev alî divê berjewendiya axê, jinan û mirovahiyê biparêze.

Wê demê çima hîn jî di gotinên ‘axa bav û kalan’ û ‘birakujî’ de israr heye? Ev ax ne tenê ya ‘bav û kalan’ e, ne jî ‘birakujî’ tenê birayan dikuje. Ev ne tenê gotinên kevnare ne ku pirî caran mirov xwe dispêrin vê sedemê û bikaranîna wan meşrû dikin. Di nav van gotinan de hişmendiyeke serdest a veşartî heye. Ya rastî veşartî nîne, aşkera ye, her roj xwe dixe nav çavên me. Ev gotin di heman demê de feraseta şer û pevçûnên ku ji hêla mêran ve tên derxistin dide der. Çi çavbirçîtiyek, di xwe de israrkirinek, pozbilindiyek, bêhurmetiyek e ku her tiştî ji xwe re meşrû dibîne. Xwediyê av û axê ye, xwediyê şer û aştiyê ye, xwediyê jin û zarokan e, xwediyê pêşeroja kurdan e. Heta ev gotin ji dev û lêvên me, ji hişên me dûr nekevin dê her tim hebûna xwe wek siyeke reş li ser me bidin hîskirin.

Rexneya li ser dîroknivîsiyê ku dibêje tenê dîroka serdestan hatiye nivîsandin û ravekirin, ne tenê ji bo serdestan derbasdar e. Di dîroka bindestan -çi nivîskî çi devkî- de jî ev newekhevî û hegemonî tê dîtin. Di pêşketina tekoşîna neteweyên bindest de jî ev têkiliya newekhev di çend mijaran de derdikeve pêş. Dema dîroka bindestan xwe ji bandor û referansên dîroka serdestan xelas neke, ew jî dibe wek wê. Ev yek bi taybetî di neditîn û îgnorekirina jinan de, çand û olên hindikayî de xwe dide der. Di vê çarçovê de dîroka (tekoşîna) kurdan jî -çi nivîskî çi devkî- wek dîroka mêran dikare bê pênasekirin. Jin tenê di keviya dîrokê de wek çend îstîsna xuya dikin. Ji xeynî vê jin dayik in, xwişk in, hevjîn in, alîgir in û hwd. Dema xwe ji lat û zinaran diavêjin jî ji bo ‘parastina namûs û şeref’a xwe tên pîrozkirin.

Êdî di destê me de pênûs, di devê me de ziman heye. Em wek şahidên paşeroj û roja xwe ya niha, çalakiyên xwe yên li ser lat û zinaran û bi laçika spî bixwe dinirxînin. Em êdî nahêlin ne lat û zinarên vê axê ne jî laçikên spî yên jinan bibin amûrên dîroka serdestan. Em ji hêlekê ve behsa dîroka bav û kalan û bandora wan a ser vê axê dikin lê li hêla din bi çavên serê xwe, bi mêjiyê xwe, bi serboriyên xwe vê axê û vî welatî şîrove dikin. Dîroka Kurdistanê û bûyerên ku niha li ser vê axê diqewimin ji perspektîfa jinê û zayendî şîrove kirin dê deriyekî nû ji me re veke. Ev derî aliyê jina kurd a çalak nîşan dide. Êdî ne tenê navbeynkara bêdeng e. Li hemberî şer û pevçûnên ‘bav û kalan’ rola laçika spî ji nû ve tê nivîsandin; li hemberî dîroka ‘axa bav û kalan’ dîroka ‘axa hemû kurdistaniyan’ tê nivîsandin.