25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bajarê mezin tenê Kabûl di destê hikumeta Afganistanê de ma

Talîbanê sibeha yekşemê kontrola paytexta wîlayeta rojhilat Celalabad bi dest xist. Şêniyên bajar bi alên Talîbanê dest bi rojê kir.

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd diyar kir ku ew ketine nava paytexta wîlayeta Nangarharê û qad hemû kontrol kirine.

Êvara şemiyê jî kontrola çaremîn bajarê herî mezin ê welêt Mezar-i Şerîf kete destê Talîbanê.

Yekane bajarê mezin ê di destê hikumetê de maye paytext Kabûl e. Ji bilî Kabûlê çend bajarên biçûk hîn neketine, lê belê ev bajar jî belawela ne û stratejîk nînin.

Piştî ku hêzên DYE’yê meha gulanê dest bi vekişînê kir, Talîbanê ji her alî ve dest bi êrişan kir.

Talîbanê di nava deh rojan de beşa mezin a welêt kontrol kir û xwe gihand nêzî Kabûlê. Her ku Talîban bi pêş ve çû bajar bêhtir bi hêsanî ketin. Berxwedaneke cidî nehate nîşandan. Piraniya bajaran bi lihevkirinê teslîm bûn.