Rojnameya Heftane

Ji bêderfetî cih nedane kurdî!

Qedrî Esen

Dibistana Navîn a Mûş Turk Telekomê, ji bo dersên bijarte cih neda kurdî. Midûrê dibistanê Yûnûs Guneş got ku ji ber bêderfetiyan cih nedanê kurdî

Piştî tekoşîna bi salan a kurdan, di sala 2012’an de di bin navê ziman û devokên ku li Tirkiyeyê dijîn de kurdî weke dersa bijarte hat qebûlkirin. Piştî vê qebûlkirinê, di dîroka komarê de cara yekem li dibistanên Tirkiyeyê dersên kurdî bêyî mamosteyên zimanê kurdî hatin dayîn. Lewre dewlet heta roja vî mafî qebûl bike jî, destûr nedida ku perwerdeya kurdî bê dayîn û mamosteyên kurdî bên gihandin.

Jixwe qebûlkirina dersên bijarte yên kurdî nayê wateya qebûlkirina perwerdeya bi kurdî. Ev tenê weke hînbûna kurdî hatiye qebûlkirin. Weke dersa bijarte qebûl kirine, lê ji bo ku neyê dayîn û zarokên kurd serî lê nedin, çi ji destê dewletê tê dike. Weke mînak, li gel ku 8 sal in ev yek qebûl kiriye jî heta niha tenê 59 mamoste ji bo van dersan tayîn kirine.

Dersên olî ferz dikin

Dîsa bi hinceta ku mamosteyên vê dersê tune ne, li Kurdistanê berê zarokên kurd didin dersên bijarte yên olî. Li navenda Mûşê ev yek aşkera hat kirin. Rêveberiya Dibistana Navîn a Mûş Turk Telekomê ji bo serdema duyemîn a dibistanan ku dema serlêdana dersên bijarte di 9’ê çileyê de bû, jê dayik û bavên zarokan re daxwaznameyeke dersên bijarte amade kir û cih neda kurdî. Li şûna kurdî, van her sê dersên bijarte “Qur’ana Kerîm, Jiyana Pêxemberê Me û Agahiyên Bingehîn ên Olî” yên olî li zarokên kurd ferz kirin.

Berteka li daxwaznameyê

Hîndekarê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Mûş Alparslanê Hatîp Erdogmûş, daxwaznameya ku ji bo hilbijartina dersên bijarte li xwendekaran hatiye belavkirin, li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê parve kir.  Erdogmûş bi van gotinan: “Mixabin di dersên bijarte de gelek dibistan cih nadin dersa Zimanên Dijîn. Ev jî mînaka daxwaznameya dibistana keça min e. Xwendekar nikarin dersên kurmancî û kirmanckî hilbijêrin. Hejmara kesên dersê tercîh bikin kontenjana mamosteyê ku ji bo dersê bê tayînkirin jî diyar dike.” bertek nîşanê cihnedayîna kurdî da.

Piştî ku min vê parvekirina Hîndekar Hatîp Erdogmûş dît, li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Mûşê geriyam û xwest ku sedema cihnedayîna kurdî hîn bibim. Rayedarên midûriyetê pirsên min ên têkildarî mijarê bê bersiv hiştin û ez aresteyî Midûrê  Dibistana Navîn a Mûş Turk Telekomê Yûnûs Guneş kirim.

Dikarin îzah bikin!

Dema ku min sedema cihnedayina dersên kurdî ya di daxwaznameyê de ji Guneş pirsî, ev bersiv da min: “Daxwaznameya ku me amade kiriye, di fermiyetê de tu girêdaneke wê tune ye. Heke malbat, kurdî li waneyên ku me nivîsandine zêde bikin û ji me re bişînin, em ê vê dersê jî bidin.” Lê li ser pirsa ‘Heke wisa be we ji ber çi cih nedaye kurdî?’ berovajiyê bersiva xwe ya destpêkê Guneş, ev tişt got: “Ne tenê kurdî, me cih nedane çend dersên din jî. Ji ber ku mamosteyên me yên kurdî tune ne me cih neda kurdî. Heke mamosteyên me yên kurdî hebûna dê me cih bidana kurdî jî. Ji ber bêderfetiyan tiştekî em bikin  tune ye.”

Li ser bibîrxistina parvekirina Hîndekar Hatîp Erdogmûş jî Guneş, bertek nîşan da got ku li şûna li ser medyaya civakî parvekirinan dikin û rewşê tînin ziman, bila bên cem me em ê ji wan re rewşê îzah bikin.