19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin

Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ya Marmarayê, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bi dawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 229 roj in didomin, li ber Girtîgeha Bakirkoy a Jinan daxuyanî dan çapemeniyê. Komê di daxuyaniyê de pankarta “Em jiyanê diparêzin. Bila Tecrîd bi dawî bibe” nivîsandî vekirin û dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût, Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, rêvebirên HDK’ê yên Stenbolê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek xizmên girtiyan tevli daxuyaniyê bûn.

Tecrîd îşkence ye

Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umît Efe metna daxuyaniyê ya bi ser navê “Ne mirin, em çareseriyê dixwazin” xwend.  Efe, diyar kir ku tenduristiya girtiyan xirab bûye û rayedarên ku divê tecrîdê û xespkirina mafan bi daawî bikin, ji bo vê tu gavan navêjin û got: “Rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn pêk naynin. Mirinê li girtiyan ferz dikin. Tecrîd îşkence ye, çi di hiqûqa navxweyî çi di hiqûqa navneteweyî de wekî sûcekî li hemberî mirovahiyê tê qebûlkirin” got: “Îqtidar, qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî ji nedîtî ve tê û bi saîkên siyasî Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê bi awayekî dijwar tecrîd dike û nahêle hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin. Ev sûc e.”

Bang

Efe, destnîşan kir ku bi pandemiyê re tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye û daxwazên girtiyan ên ji bo binpêkirina mafan hatine redkirin û bi vî awayî girtî ber bi grevên birçîbûnê ve hatine şandin. Efe got: “Domandina greva birçîbûnê, tê wateya ku dê tenduristî û jiyana girtiyan ber bi asteke xetere ve biçe. Xizmên girtiyan dixwazin rayedara di vî warî de gavina bavêjin. Em heyeta şopandinê jî, vê yekê dişopînin û bang dikin ku berî ku mirin û nexweşînên giran rû bidin, divê rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn pêk bê û demildest tecrîd û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibin.”

Paşê parêzer Veysî Eskî jî axivî. Eskî, diyar kir ku çûna Girtîgeha Bakirkoyê û hevdîtin bi muwekîlên xwe re kirine û ji bo şopandina grevên birçîbûnê heyeta şopandinê ava kirine. Eskî, bilêv kir ku bi vê heyetê çalakiyên greva birîbûnê yên li çar hawirdorê welat dişopînin û bang li rayedaran kir ku tecrîda li Îmraluyê bi dawî bikin da pirsgirêkên li girtîgehên din jî çareser bibin.

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî got: “Tecrîda li Îmraliyê, perçeyeke dijminatiya li hemberî kurdan e. Tecrîdê bi dawî bikin. Berê xw ebidin rêyeke demokratîk.”

Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.