25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber koronayê zêdetirî 3 milyon kes mirin

Li seranserê cîhanê ji ber nexweşiya koronayê hejmara kesên ku mirin ji 3 milyonî derbastir kir. Li Ewropayê jî hejmara nexweşiyên koronayê milyonekî derbastir kir.

Li gorî daneyên Zanîngeha Hopkinsê ji ber nexweşiya Covîd-19 ango koronayê li cîhanê zêdetirî 3 milyon kes mirin. Hat gotin ku nexweşî herî zêde parzemîna Amerîkayê peyda bûye. Mirin herî zêde li DYA, Brezîlya û Meksîkayê çêbûne û li hersê welatan bi giştî milyonek û 100 hezar kes mirine.

Direktorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê yê Ewropayê Hans Kluge diyar kir ku li gel peydakirina aşiyê hêj nexweşî dewam dike.

Li gorî daneyên fermî heta niha li Tirkiyeyê bi giştî 4 milyon û 86 û 957 kes bi nexweşiya koronayê ketine û bi giştî 35 hezar û 31 kes mirine. Bi hatina rojiya remezanê li Tirkiyeyê qedexe dest pê kir û lê ev qedexe bûn mijara rexneyan.

Di van rojên dawîn de li Kurdistanê jî hejmara kesên nexweşiya koronayê dikevin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibin.