20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber krîza civakî dawî li jiyana xwe tînin

Li başûrê Kurdistanê hefteya borî herî kêm du jin bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest da. Piştî van her du bûyeran mijara xweşewitandina jinan ket rojevê.

Li gelemperiya Başûr hema bêje ji sedî 95’ê jinan bi rêya şewatê dawî li jiyana xwe tînin. Li gorî îstatîstîkan salê bi sedan jin bi vî awayî xwe dikujin.

Li başûrê Kurdistanê ku para xwe ji geşadanên li Rojhilata Navîn digire, ligel krîzên siyasî û aborî, krîzeke civakî jî heye. Wekî her carê di nav van krîzan de herî zêde jin tên eciqandin. Jinên ku di nav civakê de ne xwedî maf in, her tim wek sedema pirsgirêkan tên dîtin û zext li wan tên kirin. Ji ber vê yekê jinên başûrî yên ku di civakê de tên eciqandin, bi xweşewitandinê peyamê didin civakê.

Li gorî hin derûnnasan (psîkolog) jin bi vî awayî êş û zextên civakê yên li ser xwe, bi xweşewitandinê nîşanî civakê didin. Lê tevî vê yekê jî bûyerên bi vî rengî ji raya giştî tên veşartin. Li aliyê din desthilata heyî li cihê ku çareser bike, bi polîtîkayên xwe yên şaş bêhtir dibe sedem ku bûyerên bi vî rengî zêde bibin.

Saziyên jin zêde ne çalak in

Lê tişta herî berbiçav ew e ku li hemberî bûyerên bi vî rengî saziyên jinan ên Başûr jî ewqas ne çalak in. Jixwe parlamenterên jin di bin bandora polîtîkayên partiyên xwe de ne û ji ber vê yekê pir zêde naçin ser bûyerên wiha. Ev helwesta saziyên jinan û parlamenterên jin dibe sedem ku jin bê hêvî bibin û serî li rêbazên bi vî rengî bidin.

Bi taybetî jinên başûrî herî zêde ji neçalakbûna saziyên jinan bi gazinc in. Jin diyar dikin ku saziyên jinan zêde bi pirsgirêkên jinên herêmê re eleqedar nabin. Ji bilî çend saziyên jinan, kes li pey kuştina jinan nakeve. Ji ber vê yekê jî li herêmê hejmara jinên ku xwe dikujin bi zelalî ne diyar in. Çimkî ne mekanîzmaya jinan ku van bûyeran bişopîne heye û ne jî hikûmet ji aliyê zagonan ve tu çareseriyek pêk tîne. Ev her du sedemên bingehîn dibin sedem ku jin dawî li jiyana xwe bînin.

Ji ber vê yekê li başûr Kurdistanê, divê demildest ji bo ku jin dawî li jiyana xwe neynin, saziyên jinan hîn çalaktir erka xwe bi cih bînin. Jin encax bi awayekî birêxistinkirî û bi avakirina têkiliyên xurt ên di navbera xwe de dikarin rê li bûyerên xwekuştina jinan bigirin.