19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber sîxuriya li wan hat ferzkirin dev ji karê xwe berdan

Roja 14’ê nîsanê, li Licê operasyoneke leşkerî hatibû kirin û di operasyonê de ku 3 rojan domiya, 3 şivanên bi navên Diyar Sulucan, Berat Alageyîk, Eyûb Ozkan hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinê sîxurî li şivanan hatiye ferzkirin û piştî her 3 şivan serbest hatin berdan, şivanan dev ji karê xwe berda û vegeriyan malên xwe.

Sîxurî li wan hat ferzkirin

Li  gorî agahiyê hatine bidestxistin di bin çavan de îşkence li şivanan hatiye kirin û bi gefên kuştinê sîxurtî li wan hatiye ferzkirin. Leşkeran kêr daniye ser qirika şivanan û ji wan xwestine ku cihê HPG’iyan bibêjin û ji şivanan re gotine ku hûn xwarinê ji wan re dibin.

Her wiha di dema binçavkirinê de leşkeran ji  şivanan xwestiye ku ew sîxuriyê ji bo wan bikin. Leşkeran ji şivanan re gotiye, “heke hûn alikariya me bikin hûn ê di nav şert û mercên baştir de bijîn.”

Daran dibirin, gefan li gundiyan dixwin

Digel vê yekê cerdevan li  herêmê daran dibirin. Midûriyeta Daristanê ya Amedê destnîşan kir ku haya wan ji birîna daran tune ye. Parêzvanên mafên mirovan destnîşan kirin ku biryara birîna daran ji Midûriyeta Daristanan a Rihayê hatiye dayîn.

Der barê operasyonê de wezareta karên navxweyî daxuyaniyek dabû û gotibû ku du endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Lê dû re wêne derketin holê ku endamê HPG’ê Abdulsittar Ozer bi awayekî birîndar hatiye desteserkirin û destên wî paş ve hatine kelemçekirin. Ozer li nexweşxaneyê tê birîndarkirin lê dadgehê detûra hevdîtina malbatê red kiriye.

Şêniyên li gundê herêmê destnîşan kirin ku ji ber operasyonê ew nikaribûne 3 rojan derkevin derve û bi gefên leşkeran re rû bi rû dimînin.

AMED