20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber strana kurdî doz vekirin

Der barê endamên Koma Awaza Azad a di bin banê Komeleya Çand Huner û Lêkolînê ya Aryen de xebatên xwe bi rêve dibin, bi hinceta beşdarî Newroza Wanê bûne û stran gotine de, doz hat vekirin.

Der barê hunermendên komê Fûat Ege û Rohat Aram de, bi hinceta ku strana ‘Mîzgîna leneng’ a ji aliyê Hozan Serhat (Suleyman Alpdogan) ji bo Hozan Mizgîn tê gotin, gotine de, bi îdiaya ‘Propagandeya rêxistinê kirin’ îdianame hat amadekirin. Piştî ku îdianeme hat qebûlkirin, danişîna yekemîn a dozê wê di 30’ê îlonê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.

Ege têkildarî mijarê ji MA’yê re axivî, bertek nîşanî doza ku hatiye vekirin da û wiha got: “Li Miduriyeta Polîsan, di dema îfade dayînê de ev pirs ji min kirin, ‘Te çima ev stran got? Tu wateya vê stranê dizanî? Ev stran qedexe ye, we çima got?’ Ev stran ji aliyê gel ve hatiye qebûl kirin. Nabe ku bê qedexekirin. Divê stranên bi kurdî, tirkî, lazî û hemû zimanên din, bi awayekê azad bên gotin.”

Ege diyar kir ku stranên kurdî kirina mijara dozê, bêtehemûliya li dijî kurdî dide nîşandan û wiha axivî: “Ev naxwazin hunera kurdî pêş bikeve. Ev doz bêtehemûliya wan a li dijî zimanê kurdî û hunera kurdî datîne holê. Divê em vê rastiyê bibînin. Tehemûla wan a li hemberî stranên me, coşa me û Newroza me nemaye.”

Ege dest nîşan kir ku bi vê dozê dixwazin hunermendên kurd bitirsînin û wiha bi dawî kir: “Berdêla wê çi dibe bila bibe, emê dest ji hunera xwe bernedin. Dixwazin ne carekê bila 20 caran dozê li me vekin, ji bo pêşketina hunera kurdî, çi ji destê me were em ê bikin. Em ê tu carî paşve gav ne avêjin.”

WAN