20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber xemsariya dewletê mirin

Piştî erdheja ku di meha çileyê de li bajarê Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê pêk hat, 23’ê sibatê li bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê jî bi pileya 5,7’an erhejek çebû. Li bejahiya bajêr erdhej bû sedema xesareke mezin û gelek avahî hilweşiyan.

Erdhejê bandoreke zêde li herêma Serhedê ya bakurê Kurdistanê jî kir. Li gundên navçeya Elbakê ya Wanê ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Li gorî daneyên fermî yên dewletê, li gundên Elbis, Qirapî, Elezî, Kaşkor ên navçeyê bi giştî 250 mal û 300 axur hilweşiyan û li 700 avahiyan xesar çêbû.

Desthilat, mîna aşûta beriya çend hefteyan ku li navçeya Miksê pêk hat, Elbakê jî xemsar tevgeriya. Alîkariya pêwîst ji bo mexdûrên erdhejê nekirin. Ji ber vê yekê hem mirovan û hem jî sewalan xesareke mezin ji erdhejê dîtin. Ji ber vê xemsariya dewletê li navçeyê 10 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gel mirovan, bi sedan sewal jî di bin kavilan de man û mirin. Ji ber ku alîkariyeke baş ji mexdûran re nehat şandin, şeva destpêkê di bin naylon û brandayan de man.

Li aliyê din alîkariya ku ji aliyê şaredariyên HDP’ê ve ji bo mexdûrên erdhejê hatibû berhevkirin jî mîna erdheja Xarpêtê hat astengkirin. Destûr nehat dayîn ku qamyonên alîkariyê xwe bigihînin gundan û pêwistiyan li mexdûran belav bikin.

Ji bilî astengkirina alîkariya şaredariyên HDP’ê, heyeta ku ji parlamenterên HDP’ê û hevserokên giştî yên KCD, HDK û BDP’ê pêk dihat jî hat astengkirin. Polîsan, pêşî li heyetê girt û nehişt ku biçin herêma erdhejê. WAN