Rojnameya Heftane

Ji bihara ereban ber bi yekitiya kurdan ve

Qedrî Esen

Aloziya li welatên ereb ku weke “Bihara Ereban” hat binavkirin, di sala 2010’an de dest pê kir û hê jî didome. Ev alozî û serhildanên li dijî dîktatorên welatên ereb, li welatên mîna Misir, Lîbya, Tûnûs, Sûriye, Bahreyn, Cezayîr, Urdun û Yemenê gelek guhertin bi xwe re anîn. Bi taybetî jî li Misir, Lîbya, Sûriye û Yemenê bû sedema encamên gelek giran.

Li gel ku li Misir û Lîbyayê dîktatorên bi salan ên li ser desthilatê têk çûn jî aloziya li van her du welatan hê jî bi dawî nebûye û şerê desthilatê li wan didome. Li Misrê kêm lê li Lîbyayê ji ber destwerdana Tirkiyeyê asta şerê desthilatê gelek bilind e. Yemen û Sûriye jî ji ber vê aloziyê dabeş bûne. Şerê navxweyî yên li van her du welatan hê jî didome û alî bi ser neketine.

Bi hêz bûn û qels ketin

Ji ber hebûna wan, şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji nêz ve kurdan eleqedar dike. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di sala 2010’an de dest pê kir. Lê di sala 2011’an ji ber destwerdana hêzên navneteweyî û hêzên herêmî asta şer gelek bilind bû. Muxalefeta Sûriyeyê ku destpêkê xwepêşandanan li dar dixist, piştî vê destwerdanê li dijî rejîmê şerê çekdarî da destpêkirin.

Hêzên paramîlîter ên îslamîst hatin avakirin û gelek deverên Sûriyeyê rejîmê girtin û kirin bin kontrola xwe. Lê piştî ku di sala 2015’an de Rûsya daxilî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû û piştgirî da rejîmê, hevsengiya şer guherî. Ev hêzên îslamîst qels bûn û li gelek deveran li hemberî hêzên rejîm û Rûsyayê têk çûn. Bi peymanan gelek deverên di destê xwe de ji rejîmê re hiştin.

Berê xwe dan herêma kurdan

Li Sûriyeyê kurd stratejîk tevgeriyan û nebûn aliyê şerê navbera rejîmê û komên îslamîst ên bi kontrol. Ji ber vê stratejiya xwe kurdan hem rojavayê Kurdistanê û hem jî beşeke mezin a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi berdelên gelek giran parastin. Li dijî DAIŞ’ê şerekî gelek dijwar kirin û bi hezaran mirov ji koletiya DAIŞ’ê rizgar kirin.

Piştî têkçûna xwe ya li hemberî rejîmê, komên îslamîst bi piştgiriya Tirkiyeyê berê xwe dan bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên di bin kontrola kurdan de. Tirkiyeyê, di serî de Efrîn hin herêm Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin. Herî dawî jî di dawiya sala 2019’an de bi wan bajarên Grê Spî û Sêrêkaniyê yên Bakur û Ropjhilatê Sûriyeyê dagir kir.

Yekitî ferz bû

Ji ber tunebûna yekitiya kurdan dagirkeriya li ser xaka rojavayê Kurdistanê bi pêş ket. Tirkiyeyê ji vê tunebûnê sûd werdigire û dixwaze dagirkeriya xwe ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kûr bike. Ji bo ku parçebûna di navbera kurdan de bê mehkûmkirin û neyarên kurdan jê sûd wernegirin, Fermandarê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî înîsiyatîf girt.

Fermandar Mezlûm Ebdî, dema pêvajoya dagirkirina Grê Spî û Sêrêkaniyê bang li rayedarên ENKS’ê kir û ji wan xwest ku pê re hevdîtin bikin û yekitiya neteweyî pêk bînin. Li ser vê înîsiyatîfa Mezlûm Ebdî, di navbera ENKS û TEV-DEM’ê de gelek hevdîtin hatin kirin. Herî dawî jî Amerîka û Fransayê jî piştgirî da vê înîsiyatîfa Mezlûm Ebdî û dan û standina di navbera ENKS û TEV-DEM’ê de zedetir kirin.

Partî hatin gel hev

Piştî çend hevdîtînên di navbera tevgerên kurd hatin kirin, nêzî yekitiyê bûn. Li gorî agahiyên ku di dezgehên çapameniyê de tên parvekirin aliyan heta astekê li hev kiriye û di hêla siyasî de gihîştine encamê. Lê tê gotin ku di hêla leşkerî û rêveberiyê de hê hevdîtinên di navbera aliyan de berdewam dikin û xwe negihandine encamekê.

Di nav hefteyê de gava herî şênber a vê yekê ji aliyê partiyên ku di nav rêveberiya xweser de cih digirin hat avêtin û bi navê Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd ava kirin. Bi tevahî 25 partî hatin hev û ev enî ava kirin. Ji nûnerên van partiyan wê 7 kes bên hilbijartin û wê bi 7 kesên ku ji ENKS’ê bên hilbijartin re li ser hêla leşkerî û rêveberiyê hevdîtinan bikin.

Bandora yekitiyê

Tê gotin ku Amerîka û Rûsyayê li ser çareseriya siyasî ya Sûriyeyê li hev kiriye û dixwazin ku êdî aloziya Sûriyeyê bê şer çareser bikin. Heke kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev bikin û yekitiya neteweyî pêk bînin dê di çareseriya siyasî de cih bigirin û statu bi dest bixin, na heke nakokiyên xwe bidomînin dê çareseriya wan li gorî daxwazên Amerîka û Rûsyayê be.

Wê lihevkirina li vir bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Pêkan e ku li her çar parçeyan jî nakokiyên li ser yekitiya neteweyî yên di navbera partiyên kurdan de bi dawî bikin. Wê ev lihevkirin di heman demê de planên dewletên cîran ên li ser kurdan jî vala derxe û destê kurdan li hemberî wan xurtir bike. Kîjan aliyê kurd bibe sedema têkçûna vê hêza yekitiya neteweyî û kurdan li hemberî hêzên serwer qesl bike, wê kurd wî alî tu caran baş bi bîr neynin.