19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Ahwazê bangên navdewletî

Xwepêşandanên gelê Ahwazê di roja xwe ya nehemîn de berdewam dikin û daxwazên navneteweyî ji bo guhdarîkirina li daxwazên xwepêşandêran û dîtina çareseriyekê hene. Tevî dorpêçkirina hêzên ewlekariya Îranê û destwerdanên tund ku giha asta bikaranîna çekan dîsa jî xwepêşandêr daketin kolanan û daxwazên xwe berz kirin. Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch) da xuyakirin ku hêzên Îranê destwerdaneke tund li dijî xwepêşandêran bikar tîne û bang li rejîma Îranê kir ku der barê sedema kuştina 3 xwepêşandêran de lêkolîneke fermî û zelal were kirin, her wiha berpirsiyarên van kuştinan werin dadgehkirin. Rêxıstınê bibîr xist ku dosyaya Îranê di vî warî de cihê metirsiyê ye ji ber ku gelek caran destwerdanên tund li dijî xwepêşandêran bikar aniye.

Ji aliyekî din ve ajansa ‘Nûçeyên Çalakvanên Mafê Mirovan’ da xuyakirin ku navê 18 xwepêşandêrên ku ji alî hêzên dewletê ve hatine girtin, gihiştiye destê wan.

Hêjayî gotinê ye ku herêma Ahwazê bi petrola xwe yek ji herêmên herî zengîn ên Îranê ye û li wir piranî kêmnetewa ereb dijî.  Di sala 2019’an de jî xwepêşandan li dijî rayedarên parêzgehê hatibûn lidarxistin û gelê herêmê nerazîbûna xwe ji rêveberên parêzgehê anîbûn ziman.