spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Alî Tekdag edalet xwestin

Xizmên Windayan û Komisyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin di hefteya 666’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî dan. ÎHD û Xizmên Windayan bi dirûşmeya “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” di hefteya 666’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û civakî û xizmên windayan amade bûn. Malbatên windayan wekî her carê vê hefteyê jî pankarta  ku wêneyên windayan li ser heye û nivîsa “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” li erdê raxistin. Piştre weneyên windayan ên li ser “Winda” hatiye nivisandin xistin hembêza xwe û daxuyanî dan. Li ser navê Komîsyona Windayan Firat Berkpinar çîroka windayan xwend. Firat Berkpinar, anî ziman ku di hefteya 666’an de ji bo winda bên ditin û faîl bên darizandin çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: “Di hefteya 666’an de ji bo em dîsa aqûbeta windayan bipirsin em li vir bi were ne. Ji bo heqîqet cihê xwe bibîne û edalet pêk bê, ji bo rastî ronî bibe em her hefteyê li vir kom dibin. Em ê vê hefteyê aqûbeta winda Alî Tekdag ê 27 sal berê li Sûrê hat windakirin bipirsin.”

Berkpinar, anî ziman ku di şexsê Alî Tekdag de aqûbeta kesên di salên 1990’î heta niha winda bûn û hatin qetilkirin dipirsin û wiha got: “Ev lêgerînek pir demdirêj e. Em parazvanên mafên mirovan, xizmên windayan û hêzên têkoşîna demokrasiyê didin demek dirêj e em bang li dewletê dikin. Em dibêjin heqîqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Tişta herî zêde em, dayikan û  xizmên windayan dixwazin ronîkirina rastî û heqîqetê ye.  Erk û rola dewletê ewe ku li hemberî vê heqîqet û rastiyê ker û kor nebînin. Em dixwazin rayedarên dewletê dengê dayikan, malbatan û parazvanên mafên mirovan bibhîzîn û rastiyê ronî bikin. Ji bo dewlet vî dengê malbat û xizmên windayan bibhîze her hefte em bang dikin û vê têkoşînê li her derê berdewam dikin. Em dixwazin dewlet vê heqîqetê bibîne û ronî bikin.  Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê vê hefteyê çîroka windayekî bi were parve bikin.”

Berkpinar, diyar kir ku Alî Tekdag di 13’ê mijdara 1994’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat windakirin û wiha berdewam kir: “Li gorî hevjîna Alî Tekdag Hatîce Tekdag bûyer wiha pêk tê: ‘Em di 13’ê mijdara 1994’an de bi hevre ji malê derketin. Heta Şekerbank a Deriyê Çiyê em bi hevre bi dolmîşê çûn. Piştre Alî got ‘5 deqîqeyan karê min heye. Tu raweste ezê bêm.’ 15 deqîqe şûnde hat  û di ber min re derbas bû. Min got ‘Alî’ û xwest raweste. Lê wî bi destê xwe ji min re got ‘Tu here’ 3-4  kesên bi çek ên sivîl li pey wî bûn. Dema Alî ket kuçeyê reviya. Lê yên bi çek ketin pey wî û gule berdan wî. Alî xwe avêt erdê. Kesên bi çek çakêtên wî ji wî kirin û li serê wî gerandin. Ew xistin hundirê bînayekê. Piştî 10-15 deqeyan dolmîşek sipî hat. Ew li dolmîşê suyor kirin û ber bi aliyê Hêzên Çevîk ve çûn. Dema ev bûyer pêk hat, li ber Şeker Bankê polîs û esker hebûn. Li gel wan kesan gule berdan jî van polîs û eskerêm li ber bankê tu tişt nekirin. Roja din min serî li Serdozgeriya DGM’ê da. Gotin ‘Here hêj bûyer nû ye hefteyek şûnde were.’ Lê ez hefteyekê nesekinîm. Ez 3 roj şûnde dîsa çûm. Piştî bûyerê ez her roj çûm. Piştî 2 mehan polîsê li ber derî xwe bi min re aciz kir. Piştre polîs ez derxistim dozgeriyê. Dozgeriyê xwest ez şahid nîşan bidim. Got ne li cem me ye. Di heman demê de Seyfetîn Demîr ê li Girtîgeha Amedê ji rojnameya Ozgur Gundemê re nivîsî û got ‘Ez û Alî Tekdag bi hevre hatin binçavkirin. Alî digot ‘Wê min bikujin, biçe ji malbata min re bêje,’ Li ser vê yekê em dîsa çûn cem dozger. Dozger got ‘Dosya Seyfettîn Demîr heye. Lê dosya aydî Alî Tektag tune ye’. Wê demê dozgeriyê navnîşana malbata me girt û got ‘Carek din neyê vir’ Ji wê demê heta niha tiştek nehatiye ronîkirin.”

Berkpinar, bibîr xist ku ji wê demê heta niha malbatê serî li hemû rayedaran dan, lê tu agahî bi dest nexistin û wiha bi dawî kir: “Malbatê ji ber ku di hiqûqa Tirkiyeyê de encam negirt serî li DMME’ê da. DMME’ê Tirkiye mahkûm kir. Em carek din dixwazin rastî bê ronîkirin û bersûc bên ditin û cezakirin. Em ji bo  Alî Tekdag edaletê dixwazin. Ji bo heqîqet ronî bibe em deqeyek çalakiya rûnuiştinê li dar dixin.”

Xizmên windayan piştî deqeyek rûniştinê dawî li çalakiye anîn.