Rojnameya Heftane

Ji bo berjewendiyên xwe şer kûr dikin

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewlet ji bo berjewendiyên xwe li Rojava polîtîkayên şer bi pêş dixin. Di encama van polîtîkayan de gel bi êrîş, komkujî, koçberî û xizaniyê re rû bi rû dimînin. Dixwazin pergala jiyana alternatîf ji holê rakin

Şoreşa Rojava ya ku xwe dispêre yekitiya gelan û azadiya jinan, çawa ku karakterê xwe yê demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz diyar dike, di heman demê de alternatîfeke nû jî pêşkêş dike. Ji ber vê jî ji 9’ê cotmehê ve êrîşên li hemberî Rojava didomin. Dewletên li derdorê jî ji bo berjewendiyên xwe bêyî ku gel li hemberî çeteyan biparêzin şer kûrtir dikin.

Hêzên hegemonîk ên navendî yên mêtinger di navbera gel, bawerî û çandan de cudakariyê dikin û bi qetilkirina gel dixwazin hebûna xwe bidomînin. Şoreşa Rojava ya ku xwe dispêre pergala konfederalîzma demokratîk a ku bingeha wê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e, tê wateya avakirina pergala ku van polîtîkayan pûç dike û alternatîfekê pêşkêş dike. Şoreşa Rojava bi projeya xwe ya neteweya demokratîk ji zû ve di nav têkoşîna azadiyê ya gel û jinan de cihê xwe girtiye. Lê hêzên hegemonîk ên navendî yên ku di 9’ê cotmehê de rayeyeke xurt dane Tirkiyeyê, li pêş çavê cîhanê hewl didin vê pergalê tune bikin.

Yekitiyê parçe dikin

Li gel êrîş, komkujî, koçberî û xizaniyê Tirkiye, rejîma Sûriyeyê, Îran, Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin û nahêlin ku pergala jiyaneke alternatîf ya ku ji cîhanê re bibe mînak bi pêş bikeve. Di demên nêz de hevdîtina şandeya tirk a bi Rûsya û Rêjima Sûriyeyê re bû rojeva sereke. Tirk û rûsan derb arê Idlibê de li hev kirin. Her wiha di demên dawiyê de li dijî rêveberiya xweser û pêkhateyên herêmê jî polîtîkayên parçekirinê hatin meşandin.

‘Em li dijî parçebûnê ne’

Şêxê eşîra Sadê El-Tihêhê Mihemed Belhelûş li ser hewldanên bi armanca parçekirina di navbera eşîran de got: “Îdiayên berpirsên rejîma Sûriyeyê û hevalbendê wê bê bingeh in û em wekî eşîrên ereb van îdiayên ku rêveberiya xweser û pêkhateyên herêmê hewl didin ku Sûriyê parçe bikin, red dikin. Em wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan derdikevin û dibêjin ku tu nakokî di navbera pêkhateyên herêmê de tune ne. Em rê nadin van hewldanên parçekirina pêkhateyan.”

Lêkolînerê siyasî û rojnamevanê sûriyeyî Melêk El-Hafiz jî bal kişad ser lihevkirina Moskova û Enqereyê û wiha got: “Êrîşên dawî yên Tirkiyeyê bi taybet li ser Idlibê ne. Her wiha rejîm di danûstandinên bi HSD’ê de hişk nêz dibe. Bi qasî ku dixwaze şertên xwe li ser HSD’ê ferz bike naxwaze pê re bikeve diyalogê. Rejîm dixwaze vegere pergala berê ya beriya 2011’an. Lê bi giştî ew nikare serweriya xwe li wir ferz bike. Di vê mijarê de dê pişta xwe bide Rûsyayê. Mîna ku mijarên din ên wekî dosyaya Sûriyeyê radestî wê kirin. Lê Rûsya di mijara pêkhatina lihevkirinek dawîn a di navbera Sûriyê û HSD`ê de lez nake. Lê belê dixwaze nimuneya Deraayê li herêmên rojhilatê Firatê ferz bike. Di encamê de wê tevliheviyek çêbibe. Rûsya dixwaze sûdê ji vê bigire heta bigihêje çareseriyek dawîn lê li gorî nêrîna xwe ya taybet.”

Civîna Moskovayê

Midûrê Navenda Kurdên Sînor Nenas Kardo Pîrê jî di axaftina xwe de bal kişand ser hewldana dewleta Tirk a têkbirina HSD’ê û rêveberiya xweser û wiha axivî: “Tirkiye niha hewld dide ku projeya Rêveberiya Xweser ji holê rake û demografiya herêmê biguherîne. Tiştên niha rû didin, tenê beşek ji hevpeymanê ne. Civînên li Moskova û şerê li Idlibê rastî hev hatin. Ez bawer im ku danûstandinên vê carê jî di navbera rejîmê û Tirkiyeyê de rasterast bûn û gihaştin lihevkirinekê. Dibe ku Tirkiye bi rêya Rûsyayê zextê li rejîmê bike û bi vî awayî hewl bide HSD’ê têk bibe. Tevî nêrînên ji civînan derketin, hîn jî ne zelal in. Lê bi awayekî giştî der barê Sûriyê, HSD’ê û dosya Lîbayê de li hev kirinek heye.”