23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê 4 caran daxwaz kirine

Bi organizasyona dewletê hinek malbat li pêşiya avahiya HDP’ê ya Amedê çalakî li dar dixin û zarokên wan ên tevli PKK’ê bûne dixwazin. Zarokên hinek malbatan daxuyanî dan û gotin ku bi daxwaza xwe tevli PKK’ê bûne û divê dewlet malbatên wan nexapîne. Her wiha gelek caran derket holê ku dewlet bi darê zorê malbatan dişine ber avahiya HDP’ê û pereyan dide wan.

Li hemberî malbatan zextên dewletê dewam dike. Çalakiya malbatan nemaze jî ji aliyê Wezareta Karê Hundir ya Tirkiyeyê ve tê organîzekirin.

Malbata Kûrhan a ku li Êlihê dijî yek ji wan malbatan e ku polîs zorê li wan dikin ku biçin ber avahiya HDP’a Amedê. Malbata Kûrhan têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) axivî û diyar kir ku di mehek dawî de polîs 4 car bi telefonê li wan geriyane û bi zorê ji bo lawê xwe Yahya Kûrhan ê tevli PKK’ê bûye biçin ber avahiya HDP’a Amedê.

Bavê Yahya Kûrhan, Mehmet Kûrhan ji sala 1991’an vir ve girtî ye. Kurê wî Îbrahîm Kûrhan di sala 1992’yan tevli PKK’ê bû û di şerê “Birakujî” yê di salên 1994’an û 1998’an di navbera hêzên kurdî de qewimî jiyana xwe ji dest dide. Keça malbatê Hediye Kûrhan jî di sala 1999’an de tevli PKK’ê dibe û di 4’ê mijdara 2007’an de li Herêma Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest dide. Yahya Kûrhan jî di sala 2014’an de tevli PKK’ê dibe.

Dayika Yahya Kûrhan, Husna Kûrhan destnîşan kir ku ew ji ber zextên dewletê ji sala 1990’an vir ve ji Sêrtê koçî Edene, Mêrsîn, Stenbol û Êlihê kirine.

Husna Kûrhan anî ziman ku 30 sal in hevjînê wê girtî ye û ev 30 sal in her tim bi gef û zextên dewletê re rûbirû mane û gelek caran mala wan bi serdegirtina esker û polîsan re rûbirû maye. Kûrhan destnîşan kir ku di mehekê de polîs 4 car lê geriyan e û wiha got: “Li min û zarokên min tev digerin. Her cara ku digerin li zarokên min şehîd û Yahya dipirsin. Carek min ji wan re got ez bi tirkî nizanim. Telefonê girtin. Pişt re polîsek bi kurdî dizanibû l imin geriya. Ewilî hal û hewalê min pirs kir. Pişt re li lawê min Yahya pirsî. Wan malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê mînak ji min re nîşan da. Digot ‘em dixwazin tu bigihijî lawê xwe’. Xwest ez biçim ber avahiya HDP’a Amedê. Li ser vê xwestikê min telefonê li rûyê wan girt. Carek din negeriyan.”

Kûrhan anî ziman ku ew malbatên diçin ber avahiya HDP’ê cenazeyê zarokên wan didin wan û xwest êdî ne şer lê aştî pêk were.

AMED