23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo biçe li ber HDP’ê rûnê pere teklîf kirin

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, malbatên ku îdia dikin “zarokên wan hatine revandin” berê wan dide ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Yek ji van kesan jî Habîb Gokdag e ku polîsan pere teklîfî wî kiriye.

Habîb Gokdag li navçeya Keçîoren a Enqereyê dimîne û birayê wî Omer di sala 2015’an de tev li YPG’ê bûye. Gokdag diyar kir ku polîs zorê didinê ku biçe ber avahiya HDP’a Amedê.

Gokdag ji MA’yê re axivî û anî ziman ku birayê wî Omer Gokdag, di sala 2015’an de gava li Cizîrê esker bûye, tev li YPG’ê bûye. Gokdag diyar kir ku piştî ku birayê wî tev li YPG’ê bûye polîsan avêtiye ser mala wan û got: “Herî dawî du meh berê polîsan telefonî min kir. Ji min xwestin biçim tev li kesên li ber avahiya HDP’ê bibim û li wir rûnim. Ji bo vê jî 5-6 hezar TL pere teklîfî min kirin. Lê min teklîfa wan qebûl nekir. Carekê jî rû bi rû bi min re axivîn û pere teklîf kirin. Tim dibêjin, ‘dewlet li pişta te ye’ û bi vî awayî dixwazin min qanih bikin.”

Gokdag destnîşan kir ku ji ber ku teklîfa polîsan qebûl nekiriye, zext û zoriyên polîsan zêde bûne û got: “Ji min re gotin, tev li çalakiyên li ber HDP’ê bibe. Gava min got, birayê min bi îradeya xwe ya azad tev li YPG’ê bûye, vê carê gef li min xwarin.” ENQERE