23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Ji bo çêkirina rê û birîna daran PDK hatiye agahdarkirin

Tirkiyeyê di 23’yê nîsanê de li Herêma Federal a Kurdistanê dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji 23’yê nîsanê ve şer û pevçûnên li herêmê bi dijwarî didomin. Ligel vê hat tespîtkirin ku Tirkiyeyê li herêma Behdînanê li qadeke berfireh daran dibire, ji bo ku wesayîtên leşkerî bikaribin  hêsanî biçin û bên rêyan çêdikin û darên ku dibirin dişînin Tirkiyeyê.

Derbarê birîna  daran de Berpirsê Navenda Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li xwe mikûr hat ku dewleta tirk ew ji birîn û hilkirina darên herêma Behdînanê agahdar kirine got ku ew ên ku îhaleya vî karî girtine, ji bo sûd ji daran bigrin, hinek zêdetir birrîne!.

Li ser pirsa servîsa Soranî ya Dengê Amerîkayê ya derbarê mijara jêkirina daran a li herêma Behdînanê Dizeyî axivî û got: “Em ji çêkirina rêyan ji bo herêmê hatine agahdar kirin. Rêyên leşkerî ji bo hêsankarî ji operasyonê re çêbike, tên çêkirin. Ew ên ku îhaleya van karan girtine û dar dibirin, hinek zêdetir dibirin da ku sûd jê bigirin. Me parêzgeha Duhokê û waliyê Şirnexê jî bi rêya konsolosxaneya Tirkiyeyê hişyar kiriye.”

Hatibû diyarkirin ku çend roj berê Konsolê Tirkiyeyê yê li başûrê Kurdistan Hakan Karaçay serdana Cîgirê Parlementoya Herêma  Federal a Kurdistanê Hêmin Hewramî kiribû û  ji Hewramî re ev tişt gotibû: “Me ew arazî tev ji we kiriye, çima niha nerazîbûn nîşan didin?” Ev agahî di çapemeniyê de bibû rojev, lê heya niha jî bi awayeke fermî encama hevdîtina Karaçay û Hewramî bi raya giştî re ne hatiye parvekirin.

Her wiha endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre jî têkildarî mijarê axivîbû û ew jî bi heman awayî gotibû ku ew arazî firotine Tirkiyeyê. Ji ber vê daran jê dikin û daxwaza lêkolînkirina mijarê kiribû.