18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo çend quriş pere şer dikin

SMO’yê li Girê Spî welatiyê sivîl Omar Hisên Hecî qetil kir. Kesên ji bo çend qurişan şer dikin, nikarin bibin hêza aramiyê, tenê dikarin mirovan qetil bikin

Bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi êrîşa “Kaniya Aştiyê” ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû destpêkirin, hatin dagirkirin. Bi hezaran niştecihên ji van her du bajaran ji ber êrîşên li ser xwe malên xwe terk kirin û derbasî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Niştecihên ku li gund û bajarên van her du bajaran man jî, bi zordariyeke mezin re rû bi rû man. Endamên “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO)” ku bi piştgiriya Tirkiyeyê derbasî van bajaran bûn, her roj bi ser malan de digirin û zilmek mezin li welatiyên herêmê dikin. Endamên Koma Feyleq El Mecid a SMO’yê roja destpêkê ya salê wesayîta welatiyê bi navê Omar Hisên Hecî desteser kirin. Dema ku Omar li dijî wan derket bi awayekî hovane ew qetil kirin.

Xwestin ew radest bikin

Malbata Omar û welatiyên Girê Spî li dijî vê qetilkirinê derketin û li dijî SMO’yê çalakî li dar xistin û ji SMO’yê daxwaz kirin ku kujerê Omar radestî wan bikin. SMO’yê berovajiyê vê daxwazê, li şûna ku kujer derxe holê 9 welatiyên sivîl revandin. Ji ber vê yekê acizaya di nav gel de derket asta herî jor û heta 3 rojan li dijî SMO’yê çalakî hatin lidarxistin.

Bi vê bûyerê re carake din derket holê ku kesên diz û ji bo çend qurişên pera şer dikin, nikarin bibin hêza avakirina aramiyê. Van komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve qaşo ji bo aramiyê li herêmê bi darê zorê hatin bicihkirin, bûne çavkaniya têkçûna aramiyê.

Ev komên ku li herêmê hatin bicihkirin, komên paramîlîter in û li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin. Ji ber vê yekê tenê dikarin mirovan qetil bikin û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ku bi diziyê pêk tînin, bixebitin. Ev jî nîşan dide ku ev kom li herêmê ne mayînde ne. Gelê herêmê ji ber pêkanînên xwe bêzar kirin. Kîjan roja ku gel firsend bibîne dê destpêkê berî van koman bide û bişîne cem xwediyên wan.

Ew ê li holê bimînin

Ne diyar e ku wê demê ji aliyê xwediyên xwe ve jî bên qebûlkirin an na. Tenê di rewşekê de dikarin ji aliyê xwediyên xwe ve bên qebûlkirin. Heke welatên di rewşa Libyayê de hebin û destê xwediyên wan di vî welatî de be dikarin bi kêr bin. Lê heke rewşeke wiha tune be dê îhtîmaleke mezin van koman li holê bimînin û kes paxav bi wan neke.

Îro jî ji ber ku destkeftiyên kurdan di hedefa xwediyên wan de ne bi kêr tên. Yanî di rastiyê de ne hêzeke wisa ne ku ji bo aramiyê li herêman bên bicihkirin û çek teslîmî wan bên kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê