25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo edaletê destek lazim e!

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ya xizmên girtiyên nexweş a li Baroya Amedê di roja 10’an de berdewam dike. Dayika girtiyê nexweş Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan ku di çalakiya Nobeda Edaletê de cihê xwe girtiye, bang li her kesî kir ku destekê bidin wan.

Li zindanên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi salan e li dijî girtiyên siyasî îşkenceyeke mezin heye. Dewleta tirk di serî de li Girava Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rêbazê tecrîda giran îşkekenceyê pêk tîne.  Di şexsê Ocalan de li tevahiya zindanan îşkenceyeke giran li ser girtiyên kurd ên têkoşîna azadiyê dimeşînin pêş dixe. Bi taybetî jî îşkenceyeke giran li ser girtiyên nexweş tê kirin. Li zindanan binpêkirinên mafan derketiye asta herî jor. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li zindanên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Ji van 605 girtî rewşa wan giran in. Salê bi dehan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin û nayên berdan di zindanan de dimirin. Li gorî ÎHD’ê di sala 2020’an de 50 û di sala 2021’an de jî 13 girtiyên nexweş ji ber ku nehatin dermankirin û nehatin berdan di zindanan de jiyana xwe ji dest dan.  Dewlet girtiyên nexweş û yên ku nikarin bi tena serê xwe li zindanan bimînin bernadin û wan kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve dehf didin. Li gorî qanûn û ehlaqê civakî mirovekî ku nikaribe bi tena serê xwe li zindanê bimîne û tenduristiya wî/wê xirab be divê demildest bên berdan.

Lê dewlet ne wan berdide û ne jî derman dike.  Li dijî vê rewşê  di 16’ê mijdarê de xizmên girtiyên nexweş ji bo daxwazên xwe bînin ziman li Baroya Amedê dest bi çalakiya “Nobeda Edaletê” kirin.  Nobeta xizmên girtiyan di roja 10’an de berdewam dike. Di çalakiya nobedê de yek ji dayikê girtiyên nexweş Fevziye Kolakan e. Kolakan ji bo kurê xwe Ahmet Kolakanê ku ev 28 sal in di zindanê de ye û gelek nexweşiyên wî hene li Baroya Amedê di “Nobeda Edeletê” de ye. Dayika Fevziye Kolakan têkildarî çalakiya xwe ji bernameya Podcesta Xwebûnê re axivî.

* Li zindanê rewş çiye? We çalakiyek daye destpêkirin, sedem û armanca çalakiya xwe tu dikare vebêje?

Kurê min Ahmet 28 sal in di zindanê de ye. Nexwşiyên wî pirin. Ji çavên xwe nerihet e. Devikê dilê wî riziya ye. Çarekê ji bo emeliyatê anîn nexweşxaneyê. Lê tedawî nekirin û şûnde birin. Wî tedawî nakin. Çar salan ez neçûm serdana wî. Çend roj berê got ‘bavê min bînin’. Ez û bavê wî em çûn serdana wî. Bavê wî jî nexweş e. Nayê hişê bav ku çûye serdana kurê xwe. Di çûn û hatinê de em gelekî zehmetiyan dijîn. Dema em çûn serdanê halê wî tune bû. Çavên wî venedibûn. Ji min re got; “Li xwe miqate be, bavê min çûye qet nebe tu neçe.” Min jî got law xwedê li me û we tevan miqate be. Ka ez ê çawa li xwe miqate bim. Got; “Na gerek tu li xwe miqate be. Belkî bi saxî em derbikevin çend salan bi hev re bijîn. Ev kul di dilê min de maye.” Îca min got kurê min tu çi ma bêmehde ye? Got, “Jixwe”. Min got hûn tedawî dibin? Got; “Wele em tedawî nabin. Ne li me dinêrin, ne jî tedawî dikin. Heftê du caran têne li qowişên me lêgerîn dikin. Cilên me li hev dixin. Tiştên me li nav hev dixin.” Min got, kurê min em nayên hevdîtina we jî, çima lêgerîn dikin? Got; “Ez nizanim lê tên lêgerîn dikin. Me bêzar dikin.” Îca ez hêvî dikim daxwaza min ji tevahî çapemeniyê  heye, ji tevahiya parêzeran heye bila li ser meseleya me rawestin. Destekê bidin dozê. Bila girtiyên hanê berdin. Bila efûyek giştî derbikeve wan berdin.

Ka ji bo çi wan bernadin? Gune ne. Ji bo çi li wan wiha dikin? Girtiyan bernadin. Tiştekî pîs nekirine. Çi kirine ji bo gelê xwe kirine. Doza heqê xwe kirine. Zirar nedane kesî. Gelekî bi rahm in, bi şefaet in. Hê jî kurê min nehatibû girtin, wê demê 15 salî bû ji xwe re karê bazarê dikir pereyê yekî lê ma bû. Dema ku hat girtin ji min re got; “Dayê 30 milyonê filankes li min e. Pereyê wî bidinê.”  Kurê min bi edalet e. Xerabî li kesî nekiriye. Çi kiriye ji bo gelê xwe kiriye.

* Dayê hûnê heta kengî vê çalakiya xwe berdewam bikin?

Wele heta ku heqekî bidin me emê çalakiya xwe berdewam bikin. Heta ku çareyek bê dîtin, ev girtiyên me yên nexweş bên berdan. Em vê dixwazin. Em vê ji xudayê xwe dixwazin û ji wan jî dixwazin. Îca bila hemû malbatên ku zarên wan girtî ne bila destekê bidin me. Werin vê derê tev li çalakiya me bibin. Me xwe li Xudê girtiye li van ebûqatan (parêzeran) girtiye, me xwe li ve çapemeniyê girtiye ku dengê me bibihîzin.