17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo grevên birçîbûnê psîkolog li girtiyan tên ferzkirin

Bi  boneya rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala û binpêkirinên li girtîgehan tên kirin, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê mijdara 2020’î de, dest bi çalakiya grevên birçîbûnê yên bêdem û bidorveger kiribûn. Grevên birçîbûnê niha di roja 187’an de didome.

Destîna Yildiz ku ji Koorsînasyona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê ye der barê grevên birçîbûnê û zextên li ser girtiyan de axivî.

Destînayê diyar kir ku ji bo hêza girtiyên ku di grevên birçîbûnê de ne bişkînin, girtîgeh cezayê disîplînê dide girtiyan û gardiyan tim girtiyan provoke dikin. Her wiha Destînayê destnîşan kir ku li girtîgeha Kandirayê ji bo girtî grevên xwe yên birçîbûnê bi dawî bikin girtîgehê xwestiye ku girtî bi psîkologan re hevdîtinan bikin.

612 girtî di grevê de ne

Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê bi armanca tespîtkirina dijhiqûqî û binpêkirinên li girtîgehan tên kirin, di navbera 4-10’ê gulanê de çûn girtîgehan xebatek dan meşandin û raporek amade kirin. Piştî hevdîtin û serdanên li girtîgehan rapor hat weşandin. Xalên raporê wiha ne:

  • Ji saziyên cuda 26 parêzerî li 12 girtîgehan bi 50 girtiyan re hevdîtin kirin.
  • Hat diyarkirin ku 612 girtî di grevê de ne.

Psîkolog li girtiyan tên ferzkirin

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Destîna Yildiz der barê serdanan û raporê de axivî. Destînayê diyar kir ku li girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandirayê gardiyan li hember girtiyên di grevê de ne kirinên şexsî pêk tînin û wiha got: ““Helwestên provokattîf hene. Li girtîgeha Tîpa L ya Sîlîvriyê rêveberiya girtîgehê li ser girtiyên di grevê de ne, hevdîtina bi psîkologan re ferz  dike. Dixwazin bi vî awayî dawî li grevê bînin. Hemû girtiyên dikevin grevê cezayê disîplînê li wan tê birîn.  Niha ji ber tevlîbûna hinek bernameyan ceza tê dayîn lê  her ku pêvajo pêş dikeve hinek cezayên dîsîplînê yên nû tên dayîn. Ev ceza heta cezayên hucreyê diçin. Ligel hemû binpêkirinan, ji bo girtiyên ji ber dorvegeriyê dawî li grevê tînin xwarinên li gorî wan nayên dayîn. Tenê li sê girtîgehan xwarinên diyetê tên dayîn.”

Nameyên girtiyan yên ji bo CPT’yê tên desteserkirin

Destînayê bal kişand ser astengkirina nameyênaq girtiyan  ku ji saziyên netewî û navneteweyî re dişînin û wiha pê de çû: “Hinek ji van tên şandin. Bi taybet nameyên ji saziyên navneteweyî û CPT’ê re tên nivîsîn tên astengkirin. Nameyên ji ÎHD û CÎSST’ê re tên nivîsîn jî tên desteserkirin.”

Divê dengê girtiyan bê bihîstin

Destînayê di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên du sal berê jî û wiha got: “Wê demê jî girtî ketibûn grevê. Li ser bedena wan texrîbat çêbibûn. Di vê pêvajoyê de jî bi dorvegerî dikevin grevê. Bedena wan zirarê dibîne. Em nizanin ku wê grev heta ku derê bidome. Dirêjbûna grevan ji bo girtiyan rîsk e. Ji ber pandemiyê rewş hîn bêtir giran e. Ji ber vê divê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.”

Destînayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê girtiyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em guh bidin dengê girtiyan û li hemberî daxwazan bi hestiyar bin. Daxwazên wan ne zor û bê derfet in. Divê Tirkiye berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re pêk bên.  Daxwazên girtiyan ne li dijî qanûna ne.”