24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo girtiyan stran gotin

Tevgera Jinên Azad (TJA), li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenbolê çalakiya moral û piştevaniyê ya ji bo girtiyan li dar xist. Li qada çalakiyê pankarta “Jin bi Stranên Xwe Dibin Dengê Serhildana li Zindanan” daliqandin. Gelek aktivîstên TJA’yê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esin Çelik, Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dengbêj Xalîde beşdarî çalakiyê bûn.

Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernayê de aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: “Me xwest bi vê bernameyê balê bikişînin ser rewşa girtiyan û ji bo malbatan jî bibin moral.”

Piştre Dengbêj Xalîde û Dayikên Aştiyê bi hev re klam gotin. Kesên ku tev li bernameyê bûn jî bi wan re klam gotin. Bername bi klamên dengbêj Xalîdê qediya.