20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Halîs Kiliç edalet xwestin

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi dirûşmeya “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” di hefteya 665’an de çalakiya xwe berdewam kir. Komîsyona  windayan a ÎHD’ê û xizmên windayan çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu li dar xist. Ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn, diyar kir ku li dijî kesên ku di salên 1990’î de mirov revandin lêpirsîn nehat destpêkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê heqîhet nehatiye ronîkirin û faîl nehatine darizandin. Di salên 1990’î de komên girêdayî dewletê tev li van sûcan bûn. Ev polîtîkaya necazakirin û nedarizandinê hêj didome.”

Zeytûn anî ziman ku îtîrafên Serokê Daîreya Îstîxbatara Mehmet Eymûr ên têkildarî faîlên salên 1990 delîlên şênber in û xwest dozger piştî van îtîrafan têkevin nava tevgerê û wiha bi dawî kir: “Em wekî parazvanên mafên mirovan ji bo edalet cihê xwe bibîne û kujer bêne darizandin dê her hefte têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştre li ser navê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Halîs Kiliç ê ji navçeya Pasûrê xwend ku hatibû windakirin û kuştin xwend.  Akdenîz, anî ziman ku Halîl Kiliç li gundê Çaldere yê Pasûrê dijiya û wiha got: “Di 20’ê Adara 1994’an de Halîs Kiliç li gel Huseyîn Karsut, Metîn Akbaba û Naîf Karsut  ji gundê xwe Çaldere diçin navçeya Farqînê darên tirî yê rez bikesixînin û wiha got: “Dema Halîs Kiliç û 3 kesên bi wî re diçin nava rezên xwe, leşker li wir derdikevin operasyonê û 4 kesan binçav dikin. Leşker Halîs û Metîn li gel xwe dibin. Lê piştî malbat agahî ji Halîs nagirin, serî li Qereqola Cendirmeyan a Bayrampaşa ya Farqînê didin. Lê rayedarên qereqolê dibêjin ‘operasyon heye piştî operasyonê biçin’. Roja din malbat diçin gundê Cumaqê yê Farqînê. Bavê Halîs Kiliç dema diçe nav rez, dibîne ku kurê wî û 2 hevalên bi wîre hatine kuştin. Malbat piştre bi derfetên xwe cenazeyan radikin û dibin Nexweşxaneya Farqînê ya Dewletê. Piştî demekê bavê Halîs diçe serî li Dozgeriya Farqînê dide û dosya lêpirsînê ji dostger dixwaze. Lê dozger dixwaze biçe dosyayê ji Amedê bixwaze. Ji ber gefan êdî bav bi şopa dosyayê nakeve. Dema Halîs Kiliç hat kuştin 6 meh bûbû ku zewicî ye. Piştî bûyerê salek şûnde leşker gundê Çaldere dişewitînin û malbata Kiliç neçar dimîne ku koç bikin. Em dixwazin rastî bên ronîkirin û kujer bên darizandin. Em ji bo Halîs Kiliç edaletê dixwazin.”