Saturday, Mijdar 27, 2021

Ji bo jinan her roj 25’ê Mijdarê ye

Meha vejîna kurdan e mijdar; pira navbera demsala payîz û zivistanê ye. Tovê xewn û xeyalên jiyana azad di mijdarê de şîn bû. Kurd di dîroka 43 salên borî de bûne hêza hevsengiya têkoşîn, berxwedan û demokrasiya Rojhilata Navîn. Vîna hizrî ya veguhertinê, bû sedem ku lêgerînên azadiyê geş bibin. Mijdar, daneheva vejînê ya ruhê kurdên azad e.
Jinên kurd ji aliyekî ve, ji bo 25’ê Mijdarê di nav hewldanên plansaziya mezinkirina têkoşînê de zend û bendê xwe badan, ji hêla din ve bi coşek mezin amadekariya roja şahiyê ya vejîna azadiyê dikin. Jinan, li tax, kolan-kuçe, gund, navçe û bajarên bakur, rojava, rojhilat û başûrê Kurdistanê, bi rêxistinkirina komcivîn, çalakî, semîner, atolye û mîtîngan starta 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê dan. Ji bo pêşwazîkirina 25’ê Mijdarê gotûbêj tên pêşxistin. Asoya kar û xebatê ya sala borî û têkoşîna li dijî kotekî/tundûtujiya mêr-dewletê rave dikin. Jin ji destpêka vê mehê ve di nav hewldanên karîger de têdikoşin, ji kujêrên jinan hesap dipirsin; dewa mafên xwe yên hiqûqî û siyasî dikin.

Dema jin bixwazin

Dema ku jin bixwazin, qad, kuçe-kolan û peyarê yên wan in. Li çar kenarê cîhanê, jin di nav lêgerînên pêşwazîkirina roja têkoşîna tundûtujiya li dijî jinan a cîhanê de ne. Ahenga rêbaza têkoşîna jinan a vê salê, ji salên borî hîn bi coştir e. Ya esas coşa heyî dema tevî hûrguliyên jiyanê dibe, di rûyê her jinek ku ji bo mafê xwe têdikoş de dibe hêviya wêrekiyê. Jin, bi hêviyên xwe mezin dibin. Biryara mezinkirina destketiyên jinan ên di asta dinyayê de, êdî ji bo her jineke bûye prensîba jiyanê.
Di sedsala 21’emîn de çareserî ji paradîgmaya serdest a modernîteya kapîtalîst hêvîkirin, bêçaretî, xafletî û şaşîtiya herî mezin a dîrokê ye. Bingeha hemû xirabî û qeyranên ku çavkaniya wan pergala patriarkale, tekane rêya ji van krîzan xilasbûn mezinkirina alternatîfên têkoşîna yekgirtî ya di asta gerdûnî de tê kirin, pêşdebirina wê ye. Qadên aîdî jinan, bi têkoşînê tê avakirin. Jinên kurd, bi pêşengiya paradîgmaya ‘civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan re’ her roj li qadên têkoşîne; li dijî qirkirina jin û jiyanê rêxistina xweser mezin dikin. Şerê vê serdemê yê herî bi xirecir ku em jê re ‘nakokiya zayîndî’ dibêjin bandora xwe li siyaseta navendî ya pergala cîhanê jî dike. Jin li hemberî peradîgmaya navendî, desthilatdariyê di nava şereke cur bi cur de têdikoşin.

Divê têkoşîn ne demkî be

Desthilatdar li gorî berjiwendiyên xwe, her carê ji bo parastina temenê xwe, qeyranên nû yên bêsebeb ên pûç dixe rojeva civakê. Hewldana wî ew e ku civakê mîna termê mirarbûyî bêruh, bêmejî û bêvîn bike. Loma ev ne gengaz e, diyalektîka hizrandina civakê xwedî bîr û baweriyek kûr a ji dîrokê digire heye.
Lazim e têkoşîna di pêşengiya jinan de tê gurkirin, ne ji bo rizgarkirina pergala mêr-serwer û desthilatdariyê ji krîzên heyî rizgar bike bê dayîn; divê bo bidawîkirina îktîdarê, têkoşîn bê mezinkirin. Jin dikarin bi kar, xebat û hêza xwe ya rêxistinbûyî pergala li dijî vîna wan hatiye sazkirin bêkêr bikin. Civakê ji jêr serweriya pergala bav-dewlet-serweriyê xilas bikin û hêza xwe ya civakbûnê mezintirîn bikin.

Her roj berxwedan û raperîn

Kotekî/tundûtujiya dijî jinan tê kirin êdî meseleyek wisa ye ku sînorên welat û herêman derbas kiriye. Ev kotekiya ku dijî neteweya jinan tê kirin, ne mimkun e ku bi têkoşîna rojêke ji holê be rakirin. Ji bo ku her cureyên tundiyê yên dijî jinan bê rawestandin/şikandin, pêdivî bi têkoşînek dayîmî ya domdar heye. Bi têkoşîna rojekê, azadî pêk nayê! Tundûtujî, qirkirin, destavêtin û xizanî ne qedera jinan e.
Êdî ew kêliya ku jin li dijî kotekiya mêr-dewletê biherikin qadan û gotinên xwe bêjin hatiye. Divê di serî de desthilat, mêr, gotinên jinan ên derbarê vê roja têkoşînê de têne kirin, bixin guhar û bi guhê xwe ve bikin; hurmetê raber têkoşîna jinan bidin. Lewma ji bo jinan, her roj 25’ê Mijdarê ye. Her roj roja têkoşîn, berxwedan û raperînê ye.