spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo karta çapemeniyê biryarnameyek nû derket

Demeke dirêj e ku li ser peymana karta çapemeniyê niqaş têne kirin. Di vê peymana karta çameniyê de bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan guherîn pêk hatin. Guherîna berê ji aliyê şûrayê ve nehatibû qebûlkirin û di meha nîsanê de hatibû betalkirin. Lê ev peyman bi biryarnameya Erdogan bi xalên giran dîsa derket holê. Li gorî şîroveyan ev  biryarname çapemeniya mûxalif dike hedef.

Li gorî peymana nû ya ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin ev xal hatin diyarkirin: “Heke tiştên ji bo teşwîqkirina sûc were kirin û têkoşîna li dijî sûc bê bandor bike, li gorî nirxandina komîsyonê dibe ku karta çapemeniyê ya van kesan were betalkirin.”

Têkildarî vê mijarê Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altûn jî axivî û got: “Ji bo ku kesên propagandaya teror û şîddetê dikin, xwe nexin pişt karta çapemeniyê, hin xal hatin xurtkirin.”

Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê yên (MLSA) parêzer Veysel Ok re axivî û diyar kir ku ev peyman mudaxeleyî feraseta rojnamegeriyê ya nûçegihanan dike û wiha axivî: “Ango nûçeyên ku werin çêkirin wê bi gotinên teşwîq, îltîsak û ne hiqûqî re were nirxandin. Nabe ku nûçeyên rojnamegeran ji aliyê saziyên dewletê ve were nirxandin. Di warê hiqûqî û etîk de jî rayeyeke wê ya wisa tune.  Wê çend karmend biryara vî tiştî bidin. Jixwe karta çapemeniyê bi tenê didan rojnamegerên ku akredîtiya wan a qesrê heye. Niha jî him kartê nadin û him jî ji ber nûçeyan rojnamegeran wekî terorîst didin nîşandan.”

Em ê ji bo betalkirina peymanê hewl bidin

Der barê vê mijarê de Serokê Giştî yê Sendîkayên Rojnamegerên Tirkiyeyê Gokhan Dûrmûş jî da zanîn ku tu kesên ne li gorî Serokê Ragihandinê be, wê nikaribe karta çapemeniyê bistîne û ev tişt anî ziman: “Karta heye jî dikare were betalkirin. Ji bo stendina kartê heke doz were qezenckirin jî wê ev tişt ne bes be. Heke rojnameger bê kar bimîne wê bi tenê karibe bi qasî mehekê vê kartê bi kar bîne. Ji bo ku rojnamegerê bêkar ji xwe re karekî bibîne, bi tenê mehekê didin.”

Dûrmûş diyar kir ku divê komîsyoneke nûnerên rêxistinên pîşeyî vê kartê bide û Ji bo betalkirina vê peymana kartê çapemeniyê em ê hewl bidin.