Thursday, June 24, 2021

Ji bo kurdan çend cureyên qirkirinê hene?

Dewleta Tirkiyeyê li hember kurdan;

1- Bênavber şerê çekdarî dimeşîne.
2- Bi riya perwerde, çand û civakî asîmîlasyonê berfireh dike.
3- Bi behaneya çêkirina bendavan û şer, cih û warê kurdan hat valakirin, gel li bajarên rojavayê Tirkiyeyê û cîhanê belawela bû. Metirsî ew e ku piştî çend nifşan ev komên pênaber wê ji nijad, çand û zimanê xwe binî ve ji bîr bikin.
4- Wekî niha li Iraq û Suriyeyê tê dîtin herêmên kurdan bi destê hêzên xwe yên leşkerî û çeteyên lejyoner yek bi yek dagir dike. Herêmên desteserkirî jî, şêniyên herêmê sirgûn dike û ji bo bicihbûna tirk û erebên girêdayî xwe xaniyan çêdike.
5- Bênavber siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, sendîkavan û endamên saziyên sivîl ên kurd û mafê xwe diparêzin digire û bi belasebep sizayên salan dide.
6- Partî, sazî û destgehên kurdan desteser dike, digire yan jî asê dike ku nikaribin kar û xebatekî bimeşînîn. Karsaz û serweran bi riya burokrasî, siyaseta nijadperest, mafya û hêzên nepen dorpêç dike û xetên liv û tevgera wan dişikîne.
7- Xwendekar, pîşekar, hunermend, hosta, karmend û karkerên bi fermî ji bo dewletê dixebitin, bi riya sirgûnê, tayînkirinê ji gel, çand, ziman û welatên xwe dûr dixe.
8- Niha jî bi gurkirina şerê avê kurd û hevalbendên kurdan bê av dihêle û şênî ji neçarî koça terka welat dike.

Mijara vê nivîsê av e. Çawa tê zanîn hir çiqasî ava çemê Ferat û Dîcleyê bi destê mirovên dilpak, meraqdar, kedkar û hilberîner bûye dergehê avakirina şaristaniyê jî, mixabin bi destê hovan jî dibe warê kuştin, ferman, sirgûn, wêranî, wêrtasî, zordestî û talankirinê.

Bendava Kebanê

Dewleta Tirkiyeyê bi çêkirina bendava Kebanê dest da ser çemên Kurdistanê. Gelek gund, zevî, bax û bostan di bin gola ava Kebanê de man. Civata koçber kir, pêşî li Xarpêtê xaniyê dewletê çêkiribûn hatin bicihkirin. Lê ev nebû star û rê li ber hejarî û belengaziyê negirt. Gel neçar ma li welêt terk bike û ji bo debara xwe çûn deverên cuda bi cuda.

Lê xêncî armanca peydakirina enerjî û avdaniya çandiniya pîşesaziyê avakirina bendavan a ji bo valakirina niştecihê herêmê, guherîna demografî û xistina xizmeta şer bi destê Ozal û projeya GAP’ê dest pê kir. Wekî planê hatibû aşkerakirin ku divê 2 milyon 500 hezar kes axa xwe terk bike. Jixwe behaneya şer jî lê zêde bû di vê navbeynê de 6 milyon kesî cih guhert û 4 milyonê vî jî ji Kurdistanê çû bajarên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê.

Xêncî vê hikûmetên din, bi taybetî jî AKP’ê bendavên bi angaşta ewlehiyê jî xistin meriyetê. Li gor vê herêmên ku gerîla ji bo çûnûhatinê bi kar tînin, bi gel re têkildar dibin bên birîn, golên avê hatin çêkirin, gund hatin valakirin û gel û parêzvanên wan ji hev hatin cudakirin.

Av wekî navgîneke siyasetê tenê di nav sînorê Tirkiyeyê de nehat bikaranîn. Li hember rejîma Suriyeyê û Iraqê jî wek çek hat şixulandin. Li gor qanûnên navneteweyî divê Tirkiye kêmtir 700 metrekup serê yek saniye/çirkî de av bide welatê li ser sînor. Lê bi behaneya ku Suriye destekariya PKK’ê dike Ozal ava ku para Suriyeyê dikeve neda. Heyanî destxistina hin tavîzan, li ser 500-550 metrekupî li hev kirin. Dîsa jî Tirkiye li ser soza xwe nesekinî û car caran ava ku para Suriyeyê ye birî. Xêncî vê ava bi newalan di nav zeviyan re derbas dibe û gubreya kîmyewî re diqelibe jî vegerand li ser çem û bi vî awayî da Suriye û Îraqê. Gava ev ji bo vexwarina gel û sewalan dihat bikaranîn, dibû sebebê nexweşiya penceşêr û yên cuda bi cuda.

AKP ji hikûmetên berê bêhtir avê dixe çeka şer. Piştî dagirkeriya Serêkaniyê li bakurê Suriyeyê xanî, xet, borî û çelên avê jî desteser kir û ava ku ji vir diçe Til Temir, Hesekê û gelek gund û navçeyan birî. Beramberî peyman hat çêkirin jî dijberiyê dike û car caran vê avê dibire. Xêncî vê ava çemê Dîcleyê, ya diçe Suriyeyê li serê saniyê/çirkê daxistiye 200 metrekupî ku ne têra vexwarinê dike, ne têra hilberîna ceyranê û ne jî avdaniyê. Heke AKP û Erdogan bi vî awayî dewam bikin bi milyonan mirov ji neçarî koçberiyê ne û xetereya mirina bi milyonan sewal û raweran jî heye.

Ev sûcê şer e, dijberiya mafê mirovan e, piştguhkirina mafê avê, avdaniyê û dabînkirina xurekan e.

Ev sûc yekser li hemberî kurdan e. Wekî li bakur jî tengasiyê dikişîne. Tê zanîn, bi salan gel ji bo avdaniyê hat teşwîqkirin. Lê niha dewlet û saziyên ceyranê avê nadin, baran jî kêm e û ev dibe sebeba ziyaneke mezin a aboriyê ku gel dîsa ji neçarî hejarî û koçberiyê dimîne.

Lazim e ku ev mijar di asta navneteweyî de bibe mijiara nîqaşan ku saziyên sivîl, dîplomasî û aborî vê bûyerê bi girseyî bikin rojevê.