25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo kurdî girîngiya wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin.

Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. Bekir ji îngilizî wergerî kurdî dike û bi bîr xist ku piştî şoreşa Rojava êdî zimanê kurdî derbasî hemû warên civakê bûye û wiha got: “Ne tenê zimanê wêje û hunerê, lê belê bû zimanê zanist, perwerde, sîstem û danûstandinê, lewre pîwîstî bi wergerê hebû ku bibe weke pireke nû û bi awayekî berfireh li Rojava cih bigire û bi taybetî ji zimanê erebî ber bi zimanê kurdî ve, ji ber ku pirtûkxaneya kurdî hîna lawaz e li gor pirtûkxaneyên zimanên din.”

Di rewşeke kambax de ye

Mamoste Welid Bekir destnîşan kir ku li Rojava pisporên wergerê kêm in û wiha axivî: “Li her sazî û dezgehê ji ber pêwîstiyê, karê wergerê tê kirin, lê mixabin pisporên wergerê gelekî kêm in. Tenê hin kes weke tecrûbeyeke kesayetî xwe fêrî hin rêbazan kirine û li gor wê dixebitin. Ango mirov dikare bêje ku wergera ku tê kirin di rewşeke kambax de ye, lewre werger weke materyal li beşa Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava bi awayekî akademîk tê dayîn. Digel wê peymangeha Wergera Îngilîzî jî weke beşeke pispor jî hate vekirin.”

Bekir Welid da zanîn ku pêdiviya civak û zimanê kurdî bi hemû berheman heye ku bên wergerandin û wiha pê de çû:  “Di rewşa niha de ku zimanê kurdî bûye zimanê fermî li hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digel zimanê pêkhateyên din û her wiha bûye zimanê perwerdeyê ji refa yekemîn heta zanîngehê, ji ber vê divê bêhtir berhemên zanistî ji hemû beşên zanistê bên wergerandin.  Ji bo ku xwendekarên astên bilind karibin lêkolîn û berhemên xwe di warên zanistî de pêşkêş bikin. Ji aliyekî din ve, pêwîstiyeke mezin bi wergerandin û her wiha nivîsandina berhemên zarokan jî heye.”

Nebûna ferhengên têgehan

Bekir bal kişand ser rêbazên wergerê û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya karê wergerandinê de ku piştî şoreşa Rojava roj bi roj berfireh dibe, derket holê ku kêmasiyên herî berbiçav di têgehan de ye, ango heta niha pirsgirêka me nebûna ferhengên têgehan e. Ev yek dihêle ku her wergêrek li gor têgihîştina xwe têgeh û têgînan bi kar bîne, lewre gelek caran ev tişt derî li nakokiyan vedike. Kêmasiya din jî ew e ku wergêr carinan şêwaz û têgînên herêmî bi kar tîne ku dihêle zimanê kurdî hin caran ji reseniya xwe dûr bikeve. Kêmasiya herî zêde jî di warê wergerandina zanistî de derdikeve ango nebûna şêwaz û têgehên zanistî, ji ber ku cara yekemîn e zimanê kurdî (kurmancî) di warê zanistê de bi kar tê.”

Platformên dîjîtal lawaz in

Bekir têkildarî platformên dîjîtal ên wergerê û Google Translate wiha axivî: “Bi rastî, bikaranîna Google Translate di warê zimanê kurdî de, gelek ziyanê dide karê wergerê, ev jî bi sedema ku gelek kêmasî û şaştî ji aliyê şêwaz, peyv û têgehan de hene. Bi gotineke din, ev yek mixabin di kurdî de nehatiye pêşxistin û hîna gelekî lawaz maye, lê hin ferhengine elektronîk vê dawiyê derketine, mirov dikare heta astekê sûdê jê werbigire. Careke din ez dibêjim pirsgirêka me ya sereke, nebûna ferhengan e. Divê bi awayekî lez, saziyên têkildarî zimanê kurdî li ser vê yekê bixebitin û berheman pêşkêş bikin.”

Nebûna saziya wergêran

Mamoste Bekir got ku pêwîstî bi saziyeke wergêran heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di mijara wergerê de hinek gavên berbiçav hatine avêtin û tecrubeyek çêbûye, lê ev tecrube têrê nake. Lewre, divê perwerdeyên akademîk li ser şêwazên wergerê bên dayîn û her wiha karê wergerê bên kontrolkirin. Bi gotineke din, pêwîstî bi saziyeke wergêran heye, ji bo ku bê naskirin ka kî dikare karê wergerê bike û kî nikare û ev yek ji aliyê vê saziyê ve bê diyarkirin. Ango divê wergêr di ezmûnekê re derbas bibe û li gorî wê ezmûnê belegeyek bê dayîn ji bo ku karibe bi awayekî fermî karê wergerê bike. Ne tenê ev, lê belê divê ev sazî di her dem û çaxê de endamên xwe li ser şêwazên nû perwerde bike.”