spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo kurdî îmze tên komkirin

Bi pêşengiya Komîsyona 21’ê Sibatê ku ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê ku li ser ziman dixebitin, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Hevserokên HDP û BDP’ê jî di nav de serokên giştî yên partiyên siyasî yên kurdî, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkên Amedê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek zimanzan û rewşenbîrên kurd tev li civînê bûn.

Li Swêdê jî kampanya
Cizîrî destnîşan kir ku beriya ew kampanyayê bidin destpêkirin li Swêdê jî piştgiriyeke biwate ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin û got: “Komeleya Federasyona Swêdê li cem xwe berî me dest bi kampanyê kir. Ji partiyên cuda 20 parlamenterên swêdî, kampanyaya ‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî’ dane destpêkirin. Ev jî ji bo me û kampanya me destpêkek gelek baş e. Em bawer in wê ev kampanyaya me li gelek deverên din ên cîhanê jî belav bibe.”

Bi hezaran îmze kom kirin
Hat ragihandin ku bi awayê online heta niha zêdetirî 10 hezar îmze hatine komkirin. Endama sekreteryaya Tora Ziman û Çanda Kurdî Zûhal Tekîner diyar kir ku weke Tora Ziman û Çanda Kurdî ku 300 nûnerên komeleyan, nivîskar, zimanzan tê de cih digirin û Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê starta kampanyayê dane.

Bang li her kesî hat kirin
Tekîner destnîşan kir ku di demeke kin de heta niha bi awayê onlinê bi hezaran îmze kom kirine û got: “Mirov bi riya partiyên siyasî rêveberên platformê jî dikarin îmze bikin. Xebata me wê di demeke kin de bigihîje milyonan. Me ji bo ziman gaveke mezin avêt. Em bang li her kesî dikin ku li derdora kampanyaya îmzeyê bibin yek.”
Daxwaza hemû kurdan e

Mamosteyê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ku bi salan e kurdî tune tê hesibandin, li vî welatî nayê nasîn û wiha axivî: “Daxwaza hemû kurdan ya ‘êdî bila zimanê kurdî bibe xwedî statuyek û bibe zimanê perwerdehiyê’ heye. Kampanya ne tenê ya rêveberan e ya gelê kurd û hemû dostên wan e. Kî bixwaze ji bo gelê kurd û ji bo kurdî tiştekê bike bila kerem bike were. Bila werin daxwaza kurdan a sedsalan em li ser ziman tacîdar bikin.” AMED