20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Mexmûrê çend pirs ji Serokwezîrê Îngilistanê hat kirin

Parlamenterê Partiya Karkeran a Îngilistanê Navendu Mîshra der barê êrîşên dewleta tirk yên li hemberî Qampa Mexmûrê pirsgelaleyek amade kir û ji bo bibersivîne pirsnameyê arasteyî Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson kir.

Mîshra êrîşa dewleta tirk a  li hemberî Mexmûrê ku di destpêka meha hezîranê de pêk hatibû bi bîr xist û ev yek anîn ziman: “Ev êrîş wekî parçeyekî êrîşên leşkerî yên dewleta tirk pêş dikeve ku ji destpêka meha nîsanê vir ve li hemberî kurdan dest pê kiriye. Her wiha em hîn bûn ku serdozgerê tirk der barê girtina partiya nêzî kurdan a pêşeng de îdianameyek amade kiriye û vê îdianameyê berfirehtir dike. Ev êrîşeke şermende ye li hemberî vî gelê kêmîne. Gelo serokwezîr dê êrîşên hikûmeta tirk şermezar bike û ji mutefîkê me yê NATO’yê Tirkiyeyê bixwaze ku van êrîşên xwe bi dawî bike.”

Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson jî destnîşan kir ku rewşa li başûrê Kurdistanê pirr aloz e û wiha got: “Divê em vê yekê qebûl bikin ku şervanên kurd li hemberî hêzên DAIŞ û Beşar Esad peywireke newaze bi cih anîn. Lê diyar e ku pirsgirêke ji mêj ve a kurdan bi hêzên tirkan re heye. Her wiha kurd bi xwe re barekî mezin yê penaberiyê jî dihewînin.”