18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin

Nivîskara Arti Gerçekê û parêzvana mafên mirovan Nûrcan Kaya, ji ber ku li ser hesabê xwe yê twîtterê vê parvekirinê “Li Kobanê ne tenê kurd, hemû gelên li wir dijîn li ber xwe didin. Erebên demokrat jî li ber xwe didin” kiribû, derbarê wê de bi sûcdariya “bi awayekî bi hev ve girêdayî propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 3’emîn danişîna doza li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Kaya tevlî danişînê nebû parêzerê Erselan Aktan tevlî danişînê bû.
5 sal ceza tê xwestin
Di danişînê de dozger got ku mutalaaya wî amade ye û xwest ku Kaya ji sûcdariya “bi awayekî bi hev ve girêdayî propagandaya rêxistinê” bi 5 salan bê cezakirin û mafê wê yên bijartin, hilbijartin û velayetê jê bên girtin.
Danişîn hat taloqkirin
Parêzerê Kaya, Erselan Aktan li dijî mutalaaya dozger derket û got ku ew mutalaaya ku bi daxwaza cezakirina muwekîlê wê hatiye amadekirin qebûl nakin û ji bo li dijî mutalaayê parastinê bikin daxwaza demê kir. Heyeta dadgehê, ji bo ku parastina xwe ya li dijî mutalaayê bikin danişîn taloqî 27’ê îlonê kir.