23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo penaberan xêz dike

Di vê dema ku gelê me û bi giştî gelê Sûriyeyê li gelek deveran ji ber şer û pevçûnan koçber û penaber dibe, şêwekarê kurd Ekremê Zavê dê dahatuya tabloyên ku difroşe bibexşîne zarokên paneber

Şêwekar Ekremê Zavê ji bo sala nû li ser malpera xwe ya civakî daxuyaniyek balkêş daye. Zavê dibêje seranserê sala 2020’an ew ê hatineyên tabloyên xwe ji bo zarokên ji ber şer û pevçûnan penaber bûne bibexşîne û bi vî rengî alîkariya zarokên penaberan bike.

Ekremê Zavê dibêje amade ye ku hemû sala 2020’an tabloyên xwe ji saziyên xêrxwazî û alîkariyê her wiha ji pêşangehan re pêşkêş bike. Zavê dixwaze hatineyên wan tabloyan bibin alîkarî ji bo zarokên ku li seranserê cîhanê ji ber şer û pevçûnan bûne penaber.

Li derdora me şer e

Zavê li ser sedema vê biryarê jî wiha dibêje: “Ez li deverekê dijîm ku derdora me şer û pevçûn e û min bi çavên xwe dît ku çawa zarok bi darê zorê ji malên wan tên derxistin û tevî malbatên xwe bê cih û war dimînin.”

Di vê sermaya zivistanê de

Zavê helwesta saziyên navneteweyî rexne kir û wiha got: “Her wiha ev biryara min ji ber xemsariya saziyên navneteweyî yên berpirsiyariya kar û barên penaberan dikin jî derket. Ji ber ez rewşa van malbat û zarokên wan dibînim û gelekî pê diêşim. Di vê sermaya zivistanê de di bin konan de dijîn û tu saziyeke navneteweyî destê alîkariyê dirêjî wan nake.”

Dikarin tabloyan bikirin

Ekremê Zavê axaftina xwe bi van gotinan temam kir: “Lewre jî banga me li hemû saziyên hunerî û xwediyên pêşangeh û kesayetiyên e ku bixwazin dikarin tabloyên min bikirin û wan hatinan ji bo zarokên penaber werin xerckirin. Ne tenê ji bo zarokên li derdora bajarê min lê ji bo hemû zarokên penaber li kîjan devera cîhanê be.”

Ekremê Zavê kî ye?

Ekremê Zavê di sala 1974’an de li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.  Zavê bi karekter û şêweyê xwe yê cuda bala hunerhezan dikişîne ser tabloyên xwe. Heta niha Zavê tevlî gelek pêşengehên taybet û yên komî bûye. Zavê yek ji şêwekarên kurd ên rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Hesekê dijî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê