spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo pêşerojeke demokratîk meşiyan 

Di pêvajoya vîrusa koronayê de jî rojeva kurdistaniyan neguherî. Hêzên demokratîk, muxalif û azadîxwaz di pêvajoya vîrusa koronayê (Covid-19) de jî bi polîtîkayên êrîş, zext, binçavkirin û girtinê re rûbirû man.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ye û ji ber polîtîkayên xwe her tim ji hêla desthilatê ve hedef tê nîşandan. Bi dehan car xebatkar, endam, rêveber, hevserok, hevşaredar, parlamenterên partiyê hatine girtin. Desthilatê qeyûm tayînê 45 şaredariyên HDP’ê kirin û parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari betal kir. Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, hevseroka giştî ya DBP’ê (Partiya Herêmên Demokratîk) ya berê Sebahat Tuncel û hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Adnan Selçuk Mizrakli, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Mûsa Farisogullari yê parlementeriya wî hat betalkirin girtî ne. Ligel girtin û binçavkirinan, li gelek bajaran êrîş birin ser avahiyên HDP’ê jî. Ligel zext û zordarî û xetereya vîrusê HDP’ê li her qadê hewl da ku bibe dengê gelan. 

Her wiha di dema vîrusê de pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî girantir bûn û desthilata AKP-MHP’ê her roj bi polîtîkayeke cuda êrîşê gel, xizan, kedkar, karker û bêkaran kir. Li dijî vê yekê HDP’ê di 1’ê hezîranê de bi navê “Bi hev re ber bi pêşerojeke demokratîk ve” belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû aşkera kir. Piştre jî Desteya Rêveberiya HDP’ê biryara “Li Dijî Darbeyê Meşa Demokratîk” wergirt. Meşa HDP’ê 15’ê hezîranê ji Colemêrgê û Edîrneyê hat destpêkirin û di 20’ê hezîranê de jî li Enqereyê bi dawî bû.

Guh nedan astengiyan

Meşa tevî zext û zordariyan di nav raya giştî û gel de bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Desthilatê bi her awayî xwest meşê asteng bike û medyaya xwe ya alîgir xist dewerê. Pêre jî êrîşên piralî li hemberî HDP’ê hat destpêkirin. Meşa ji Colemêrgê hatibû destpêkirin li Wan, Tetwan, Bedlîs, Êlih û heta Amedê di nav zextan de pêk hat. Girseya meşê li Hezoya Êlihê û li Bismila Amedê bi êrîşeke tund re rûbirû ma. Hemû bajar û navçe ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Meşa ku ji Edîrneyê dest pêk kir, bi heman êrîşan re rûbirû ma û bi her awayî hatin astengkirin. Lê li bajaran welatî tevî astengiyan bi heyecan û coşeke mezin HDP’ê pêşwazî kir. Heyetên ku di meşê de cih digirtin dema li bajaran rawestiyan jî bi sazî, dezgeh û rêxistinên sivîl re civîn li dar xistin.

‘Ji talanê rizgar bibin’

Tevî meşê, mijarên di belgeya HDP’ê de cih girtin jî girîng bûn. Belgeya bi navê “Bi hev re ber bi pêşerojeke demokratîk ve” hat weşandin de wiha tê gotin: “Em zextên li hemberî ziman, çand, bawerî, zayend, tarzê jiyanê, tercîh û lixwekirina kincên xwe qebûl nakin. Bêyî em hinekan veder bikin û bên vederkirin; em bi biryar in ku bi awayekî azad fikrên xwe û bi zimanê dayika xwe mafê xwe yê îfadekirinê biparêzin û wisa jî bijîn. Sedema krîzê ew e ku berhemên madî û menewî ku ji aliyê civakê ve hatine afirandin ji bo hewcedariyên civakê nayên xerckirin û her wiha hemû tiştî pêşkeşî komeke biçûk dikin ên çavên wan têr nabin. Hebûnên cemaweriyê ku bi bacên me hatine avakirin di bin navê ‘tedbîrên krîzê’ de pêşkeşî xwediyên sermayeyan dikin û em vê yekê qebûl nakin. Ger pêşî li nelirêtî û îsrafan were girtin û em ji pergala talanê rizgar bibin wê demê dê krîz bi dawî bibe. Ev dê hêviyên gelên me û herêmê mezintir bike û ji bo hemû mirovahiyê bibe mînak.”

Di belgeyê de hat diyarkirin ku bi zextên siyasî, berterefkirina TBMM’ê û tayinkirina qeyûman re armanc dikin ku gav bi gav pergala dîktatoriyê ava bikin û wiha tê gotin: “Desthilatdar di her firsendê de hemû derdorên muxalif wek ‘terorîst’ û ‘xayîn’ îlan dike û ji bo bêdengkirina civakê nexweşiya koronayê hincet nîşan dide û ji bo darbe li siyaseta demokratîk bixe tevdigere. “

Ji Meclisa Jinan a HDP’ê kampanya

Li Tirkiyeyê polîtîka û gotinên desthilatdariyê, biryarên darazê û nêrînên zayenda civakî şîdeta li ser jinê zêde dikin. Di pêvajoya vîrusê de jî jinên li malê man zêdetir bi şîdetê re rûbirû man. Tu navnîşan ji bo jinên bi şîdetê re rûbirû man nehatin nîşandan. Bi destê qeyûman xebatên jinan hatin bidawîkirin û saziyên jinan hatin girtin. Meclisa Jinan a HDP’ê tevî xebatên giştî yên HDP’ê bi navê ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’ kampanyayek da destpêkirin.

Li hemû herêman starta kampanyayê hat dayîn û banga mezinkirina têkoşînê jî hat kirin. Kampanyaya jinan dê bi 4 merheleyan pêk bê. Dê her hefte mijarekê bigirin dest û der barê mijarê de jî dê bername sazkirin û çalakî bên lidarxistin.  Dê di hefteya yekem de li ser pêşnûmeqanûna “Efûkirina tecawizkarên zarokan”, hefteya duyem der barê qanûna înfazê de ya bû sedema berdana gumanbarên şîdeta li hemberî jin û zarokan, di hefteya seyem de dê tayînkirina qeyûman, xespkirina îradeya gel û di hefteya çaremin de jî li ser mijara qirkirina jinan bên rawestandin.