19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnamevanan 896 sal cezayê hefsê hat xwestin

Cemîyeta Rojnamegeran, rapora meha Cotmehê ya projeya Haberîn Bedelî ya bi piştevaniya Ji bo Demokrasiyê Medya/Ji bo Medyayê Demokrasî, dozên rojnamevanan ên her meh dişopîne û cih dide binpêkirinên mafan ên rojnamegeran, aşkera kir. Cemîyetê di raporê de diyar kir ku meha Cotmehê bi darizandin, zext, gef û êrişên li ser rojnamevanan li pey xwe hişt.

Li gorî daneyên raporê, di meha Cotmehê de di 34 danişînin cuda yên li 9 bajaran hatin dîtin de herî kêm 58 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê derketin pêşberî darazê. Di van darizandinan de derbarê rojnamevanan de ligel cezayê hefsê yê muebbetê ji 272 salan heta 896 sal 6 meh û 15 rojan cezayê hefsê û 200 hezar tazmînata manewî hat xwestin.

Di raporê de hat gotin ku ji rojnamegerên tên darizandin 10 ji wan beraet bûne û di her sê dozên ku biryara wan hatiye dayîn bi giştî 2 sal û 5 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 660 TL cezayê pereyan li rojnamegeran hatiye birîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku zextên li ser rojnamevanan bi darizandinê ne bi sînor in û di heman serdemê de derbarê 7 rojnamevanan de lêpirsînên nû hatin vekirin û dema şopandina nûçeyan de 2 rojnamevan hatine binçavkirin. Dîsa 4 rojnamevan jî rast e rast êriş lê hat kirin û gef lê hatin xwarin.