Duşem, Çile 25, 2022

Ji bo Tûglûkê rapor amade kirin: Divê Tûglûk bê berdan 

Koma Piştevaniyê ya ji bo Aysel Tûglûkê, têkildarî berdan û mafê tedawîkirina siyasetmedara kurd û Hevseroka KCD’ê ya berê Aysel Tûglûk a ji 28’ê kanûna 2016’an ve girtiye, raporek amade kir. Di rapora bi sernavê “Ji bo karibe bijî wê berdin” de tiştên di dema merasîma cenazeyê dayika Tûglûkê de qewimîn, raporên Tûglûkê yên pêvajoya hiqûqî û tibî de hatine destnîşankirin.

Di raporê de pêşî behsa pêvajoya girtina Tûglûkê û 10 sal cezayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lê hatiye birîn hatiye kirin. Di raporê de hatiye bibîrxistin ku Dadgeha Îstinafê û Dadgeha Bilind cezayê li Tûglûkê hatiye birîn pesend kirine û piştî vê Tûglûkê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye û hê jî li benda biryara AYM’ê ye.

Di raporê de ji bo pêvajoya tibî ya têkildarî tenduristiya Aysel Tûglûkê jî hatiye diyarkirin ku Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F’yê di 22’yê adara 2021’ê de nivîsek ji Serokatiya Daîreya Tiba Edlî ya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê re şandiye û bê ka divê înfaza Tûglûkê bê taloqkirin an na. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Serokatiya Daîreya Tiba Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê di rapora xwe ya bi dîroka 12’ê tîrmeha 2021’ê de diyar kiriye ku ji ber nexweşîna demansê lê peyda bûye û ev nexweşîneke kronîk e, dê nikaribe bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne, lewma divê înfaza wê bê taloqkirin.

Di raporê de hatiye bilêvkirin ku piştî vê raporê hem îdareya girtîgehê hem jî parêzerên Tûglûkê xwestin Tûglûk sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) bê kirin.

Di raporê de hatiye bilêvkirin ku Desteya Îhtisasê ya 3’yan a Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê di 3’yê îlona 2021’ê de raporek amade kiriye û gotiye Tûglûk dikare di girtîgehê de bijî. Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê jî rapora Desteya Îhtisasê ya 3’yan a Tiba Edlî esas girtiye û daxwaza ji bo taloqkirina înfazê red kiriye.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê, rapora Serokatiya Desteya Tibê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê û rapora Desteya Îhtisasê ya 3’yan a Serokatiya Desteya Tiba Edlî dane ber hev û tê de nakokî dîtine û ji ber vê diyar kiriye ku Tûglûkê sewqî saziyeke tenduristiyê ya serbixwe bê kirin û ji bo îtirazê serî li Desteya Bilind a Saziya Tiba Edlî daye û lê belê ATK’ê hê jî serlêdan nebersivandiye.

Di beşa peyman û danezanan a raporê de jî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a “Tevahiya Pîvanên Ji Bo Parastina Kesên Girtî”, “Danezana Mafên Nexweşan a Lîzbonê ya Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê” (1981), Xala 7’an a Danezana Tokyoyê ya Yekîtiya Bijîlkên Cîhanê”, “Xala 3’yan a Qedexeya Îşkenceyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê” û biryara DMME’yê ya di 5’ê adara 2013’an de ji bu Gulay Çetînê daye cih girtiye.

Di raporê de daxuyaniya 26’ê cotmeha 2020’î ya Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî hatiye dayin ku ÎHD’ê di vê daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ji destpêka 2017’an heya niha 89 girtî ji ber nexweşînên giran jiyana xwe ji dest dane û xala 16’an a Qanûna Înfazê ya ku di 24’ê çileya 2013’an de hatiye guherandin mafê taloqkirina înfazê ya girtiyên nexweş hatiye astengkirin û ev titş hatine gotin: “Saziya Tiba Edlî, bi biryarên xwe helwesteke siyasî dide der û raporên nexweşxaneyan qebûl nake.”

Di beşa encamê ya raporê de jî hatiye diyarkirin ku berdana Tûglûkê divêtiyeke mirovahiyê ye û ev tişt hatine gotin: “Aysel Tûglûk, ji ber binpêkirina azadiya fikr û ramanê di girtîgehê de ye. Rapora Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê, destnîşan dike ku Tûglûk nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî û divê înfaza wê bê taloqkirin. Tûglûk, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Berdana Tûglûkê û li derve tedawîkirina wê tenê ne divêtiyeke peymanên navenetweyî ye, divêtiyeke mriovahiyê ye jî.”

Di raporê de derheqê Tûglûkê de ev agahî hatine parvekirin: “Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk di 1965’an de li Xarpêtê ji dayik bûye. Fakuletya Hiqûqê ya Stenbolê kuta kiriye. Di 2007-2009-2011-2015’an de nêzî 6 sal û nîvan li Meclisa Tirkiyeyê parlementerî kiriye. Tûglûk bi nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê û parêzvana mafên mirovan jî berbiçav e. Her wiha keseke entelektuel e, tevkariya wê ji bo aştiyê heye û di tevgera gelê kurd û jina kurd de naveke berbiçav e. Hevserokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) kiriye.

Dayika wê Hatûn Tûglûk, di 13’ê îlona 2017’an de, di 78 saliya xwe de li Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê dayika wê piştî merasîma li Cemxaneya Pîrsûltan a Ergaziyê, ji bo definkirinê birin Goristana Încekê. Lê piştî çend saetan komek nijadoprest got “Li vira cenazeyên şehîdan hene, em nahêlin cenazeyê terorîstan li vir bê definkirin, ev der ne goristana ermeniyan e” û êriş birûbûn ser kesên tev li merasîma cenaze bûbûn. Her wiha êrişkaran gotibûn “Ger hûn cenaze defin bikin em ê derxin û perçe bikin.” Piştî van gotinan cenazeyê Hatûn Tûglûkê hatibû derxin û li Dersimê hatibû definkirin.

Ji bo 48 saetan destûra Tûglûkê hatibû dayîn û di bin çavdêriya polîsan de bûbû şahida van êrişan. Ev êriş bûbûn sedema travmayekê û Tûglûk ji ber vê nikaribû tevli merasîma cenaze ya li Dersimê bibe.

Ji êrişkaran yek jê Mûrat Alp bû. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi Alp re wêne girtibû. Têkildarî 19 kesên êrişkar de doz hatibû kirin. Lê ji van êrişkaran Alp jî di nav de her sê êrişakarên girtî di danişîna ewil de hatibûn berdan. Parêzera Tûglûkê Reyhan Yalçindag, diyar kiribû ku sedema hişberdana Tûglûkê tiştên di dema cenazeyê dêya wê de qewimîn bi xwe ne û gotibû, ‘Ji wê rojê heya niha Birêz Tûglûk ji vê bandorê xelas nebûye û ev yek bûye sedema bandorine mayinde. Me û personelên girtîgehê bi hev re çavdêrî kir. Me bi çavê xwe dît bê ketiye çi halî. Aysel Xanim ev tişt hemû dîtin, bihîstin û jiya.”